serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Gelo Tirkiye jî ber bi perçebûnê ve diçe?

KSN/ 1/9 2005- Ma kê dianî bîra xwe ku Yekîtiya Sovyetê bibe 15 perçeyan? Ma pirsgirêkên Yûgoslavya ku bû sê perçe ji yên Tirkiyê girantir bûn? Iraq bû sê perça. Li Kafkasya dereke ku têk neçû nema. Li Balkanan gelek diriskirinên wekî dinê çêbûn.

Ma çi ferqa Tirkiya,  ku tê de 20 MIlyon Elewiyên ku tenê karmendekî wan î ku karên wan î dînî birêve dibe tuneye û 20 milyon kurdên qedexekirî, ji yên dinê heye?

Biserde jî weke Iraqê beriya 85 salî dewleteke bi navê Tirkiyê jî li rûyê dinê tunebû.

Jinav xirbeyên dewleta Osmanî ku pirsgirêkên wan î netewî hatibûn paşvexistin Komareke Tirkî ya ku Kurdistan xistiye nava xwe hatiye afirandin.

Ev komara hanê 80 salî li hember Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Ereba ji hêla Rojava hate bikaranaîn. Di vê bikaranînê de timî pirsgirêka kurdî hate jibîrkirin. Lê niha ga mir û meydan xera bû.

Êdî metirsîna Balkan, Rûs û Kafkas tuneye. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Iraq perçe kir û ket cografya Ereban. Li rojhilata navîn piştî Îsraîl Kurd hevpeymanên DYE yên herî nêzîk in. Dê DYE ji dêvila dewletên Ereba ku her rojê berê wan li derekê ye Kurda weke hevpeymanên dûdirêj hilbijêre.

Çawîşên çapemeniya Tirka, kurda bi rojekê devjêberdan û çûyîna DYE ditirsînin. Rebenên ji pêşdîtinê bêpar! Heke DYE biçe dê sê dewletên ku tixûbên wan, statu û ewlehiya wan aydê wan û endamên Neteweyên Yekbûyî bihêle û biçe. Dijminatiya Kurda, bi qansî ku vê yekê nebînin çavê vana kor kiriye.

Roja ku  DYE ketibû Iraqê me gotiye:

”Yekîtiya Iraqê xeyal, Azadiya Kurdistan bêgûman e!”

ev nivîsên me yên bi vî rengî hêj li qoncîka me ne. ji çapemeniya Tirka yên pêşdehatî tiştê ku berî niha bi sala me digot ew niha dibêjin.

Belê diyar e ku Tirkiye jî ber bi Yûgoslav û Filistîn ve diçe. Kes nikare rê li ber vê yekê bigre. Ev yeka  hanê ne ji ber ku em dixwazin yan naxwazin, şert û merc jiyanê ber bi wê derê ve dibin. Ne heybeta ordiya Tirkiyê ne jî xweşbîniya siyasetmedarên kurd dikare rê li ber vê yekê bigre.

Piştî ku di navbera kurda û tirkan de şerekî bi sînor çêbû dê  hêzên navnetewî destê xwe têxinê û herêmên tempo ava bikin. Ev yeka jî mîna ku tu rê jê re nebe ye…

 

Êdî agahiyên gelekî eşkere yên vê yekê hene. Nivîsên me yên berê li qoncîka me hene: Me ev gotine: dozên kirîn û firotinê, li bajarekî tirka ku xortekî kurda gotinekî ji keçeke tirk re bêje, fanêlekî kesk û sor û zer li xwe ke, dayîkek di otobusê de bi zarokê xwe re bi kurdî bipeyive ev yekên hanê ji bo destpêkirina şerekî navxweyî dê têrê bikin.

Bi kerema xwe li bûyerên ku di van rojên dawiyê de diqewimin binihêrin. We doza bi sedem ji nêzde kuştina zarokekî kurd yê 12 salî ya li Eskîşehîrê dihat dîtin dît. Faşîstên Tirk xortekî kurdê esmer bi lêdanê berkuştî kirin. Baş e yek ji van rehperestên faşîst hate girtin? Na. Li Şereflîhîsarê çawîşekî ji bo kesên kurd ”PKK yî” got û ji xelkê yên faşîst êrişî wan kirin. Li Ayvalikê ser dikanên kurda kirin û ala xwe daliqantin û dûvre jî talan kirin. Gelê Êlihê (Batmanê) dirişmeyên ”Ev dera Kurdistan e, ne Tirkiye ye.” qêriyên.

Xelkê Bişêriyê ber bi herêma şer ve meşiya. Her cenazê gerîllayekî dibe bi hezaran sondên ciwanên kurd yên tolhildanê.

Dê bûyerên bi vî rengî her ku biçe pirtir bibin. Tu garantiyeke civakî ya Tirkiyê ku bikaribe rê li ber vê yekê bigre tuneye.

Ma dema ku Serokerkanê Tirk, bi mana bixwêrkişandina ala tirka, alaya xwe rê gelê kurd da gelo nizanîbû ku dê encam bê di vê derê re derkeve.

Al ji reşayê, deryayê û esmana pêş hêzên dijmin tête kirin. Piştî ku artêşa tirk ala xwe pêş sêyekê xelkê kiriye balê dikişîne ser  ev bûyerên lêdana kuştinê û dibêje:

”nebî nebî! Emê bibin mîna Yugoslavya û Filistîn!”

kênê mirov tê. Di bajarên ku hêjmara nişteciyê wan ji milyonekê bêtir in tenê dikarin ji çend sed kesî re diaxifin. Gelê bajêr esker û polîsan ji xwe nabîne û qenc dizane ku dê di derfeta yekemîn de êrişî wî bike.

Qefleyê çapemenî û siyaseta Tirya yên sixtekar ji siyasetmedar û rewşenbîrên ku hêj nasnameya wan nehatiye qebûlkirin doz dikin ku bi xwînsarî tevbigerin.

Ji me dixwazin ku em gelê kurd bixapînin.

Heke hun nasname, ziman û navê welatê wan tine qebûl bikin; dê gelê Tirk jî tine qebûl bike û  di dîtina her semboleke vê nasnameya  qedexekirî li ku bibîne mîna gayê ku çav li tiştekî sor keve dê êriş bike. Bi kurtî tiştê dibin ev in.

 

Li vî welatî heke hun êrişî rûmetên Tirk bikin guneh e , lê êrişkirina Kurda serbest e. hemû sembol û rûmetên netewa Tirk bi qanûnan hatine parastin lê sembol û rûmetên Kurda di bin lingan de ne. Ji ber ku qedexe ye her tevger û çalakiyek ku li dijî dewletê tê sazkirin hezar carî di pozê gelê kurd re tînin.

Lê li guneh û tawanbariya dewletê û sûtikiya kûçe û kolanan naye pirsîn û kiryarên wê tunene.

Saziyên Dewletê, ji hêla Malên Çandê, televizyonên ku ji hêla dewletê ve têne destikkirin, çapemenî, herêmên kar, saziyên burokrasiyê, Siyasetmedarên Tirk, rewşenbîr, nivîskar û teknokratan ve hatiye parêkirin. Sûdwergirtina hinek kurdên ku nasnama xwe naynin bîra xwe a ji van derana vê rastiyê naguherîne. Para rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd jî girtîgeh, mirin, birçîbûn û koç e.

Îroj berpirsiyarên Serokerkaniyê daxuyaniyek dane:

”Em dê bibin mîna Filistîn!”

ma çi jê kêm maye. Ev pêşna lingê germiya ku di rê de ye. Jiber ku derfetên dewletê ji hêla netewa Tirk ve tê parêkirin; aha ji ber vê sedemê, dê kurd heqê xwe bixwazin û tirk jî êriş bikin.

Bi vî awayî mirov dibe Yûgoslavya û Filistîn.

Di vê navberê de ez tiştekî bibîr bînim: Di pevçûnên bi vî rengî gelekê cara yên êrişkar têk diçin!

 

hasanbildirici@hotmail.com

 

werger: Mucteba Baravî

 

 

Çevkanî: kurdistan post    Amadekar:  Mucteba          Dem:   1/9 2005                   Seet: 14:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî