**Menûya Kurdî**
 

 Gelo tiliya Tirkan di teqîna Kuşadasi de hene yan kerametên Erdogan hene?

KSN/ 16/7 2005- Dema ku televizyona BBC nûçeya teqîneke ku PKKê kirina wê dabû ser xwe dabû, gotibû ”milîsên Kurd”; Erdogan xwe ji binavkirina ”milîsên kurd” gelekî tore kiribû û ji ber ku ji kurd are negotibûn terorîst ew şermezar û lanet jî kiribûn bi lê zêde kiribû ”dema ku ê wan bêne kuştin terorîstan wisa kiriye, lê ê me bêne kuştin ev ne tevgereke terorîstî ye, ev yeka hanê nikare bê qebûlkirin, heger ku tu ji yê min re nebêjî terorîst dê sibê terorîstê min bigihêje te jî” bi giştî gotinên wî ev bûn.

Di ser gotina Erdogani re hîna du sê roj derbas nebûn ku li Quşadasiyê di minibusekê de teqînek pêk hat, gelekî balkêş e ku di nav yên hatine kuştin de du hemwelatiyên Ingiltere jî hene.  Bêgûman li ser van teqînên li gelek deverên girîng pêk tên  gelek tişt dikarin bêne gotin û gelek îhtimal hene; lê ev teqîna dawiyê ku li Kuşadasi û daxuyaniya Erdogan gelekî bêtir bala mirov dikişîne. Gelo hun divên kerametên Erdogan hebûn ku bi wî rengî daxuyanî da û piştî demeke kurt serê ew terora lanetkirî gihîşte hemwelatiyên Ingiltere jî? Yan gelo tiliyan wan tê de heye û bi vê teqîna hanê xwestin ku bibêjin binerin heke hun pêşî li terorîzmê negrin û ji rêxistinên kurd are nebêjin terorîst in, dê rihetiya we ne tenê li welatê we herwisa li derveyê welêt jî tunebe û ewlehî ji jiyana we re tuneye. Ma gelo tiliya hinek ajansên navnetewî, an jî yên ingiltere bi xwe di ew teqînên li Îngiltere de pêk hatin tuneye? Û gelo hinekê xwestin bi wan teqînên dijwar ku bûn sedema kuştina bi dehan kesan ji gelê Ingilîz re bibêjin ”heke hun piştgiriya xwe bi awayekî xurt nedin şerê li hember terorîzma bi navê îslamê tê meşandin nîşan nedin dê jiyana we tu carî ne di ewlehiyê de be”

Divê ku mirov ji bûyerên weha dijwar û xeternak hema yekser bi awayê ku tê gotin bawer neke û hinekî bala xwe bide hêzên li paş perdeyê desthilatdariya rasteqîn di nav xwe de parê dikin. Yan na dê mirov timî bibe zimanek ji zimanê wan ê derewîn.

Mucteba Baravi

mkurmanci@hotmail.com

 

 

 

 
Dem: 16/7 2005  Seet: 22  şandine: Serhed.Net        Vegere