|
Gelo serhed.net jî dibê kufurname!.
KSN/
16/7 2005-
Duh êvarê me xeberek bihîst ku teroristan
nêzîkî qonaxa Serokê Komara Iraqê Celal talabanî teqînek bikar anîne û 3
heb parêzvanên wi hatine kuþtin. Ji boy bizanibim gelo ev xeber çiqas
raste, ketim malperên kurda û ya serhed.netê. Min dî ku di þûna
daxuyaniya Partiya Mezlûmên Kurdistan de heqaretnamekî hatiye
dardakirin. Em ji
nexêrxwazê endamên PMKê baþfêmdikin lê me ji serhed.netê tu tiþtek fêm
nekir, lewra kesên ji PIK qetiya bûn û di destpêkê de hevalên PMK bûn
yek ji wan jî xwediyê serhed.netê Dilbirîn bû û be dehan nivîsên wî jî
di malpera PMKê de hebûn hê jî hene!.. Gelo çi bû sedem ku serhed.netê
daxuyaniya me rakir û rexnek di þûnê de bi cîh kir?
Wezîfa malperên nûçeyan ew e ku xebera
çawa bibîhîsin wan wisan biweþînin, ne ku bibin ciyê niqaþ û heqaretname
û kufurname!.. An serhed.net ya dilê xwe bi qelema hinekên nenas dide
weþandin?..
Em naxwazin bersiva nivîsên bê mane bidin
lê, kesên ku Partiya Mezlûmên Kurdistan nasdikirin baþ dizanin ku PMK
rêxistinek nû bû û di demek kurt de xwe di nava rêxistinên kurdan li
dervayê welat de bicîh kiribû. Hima di hemî çalekî, civîn û di biryarên
siyasî de PMK hebû, di hemî biryaran de pê dihat þêwirandin û nêrînên
PMK li cem kurdên welatparêz gelek bi rûmet bû, lê mixabin kes dijminê
nezaniyên xwe ne!...
Em dikarin ji boy nenas û nexêrxwazên PMKê
vê bêjin:
Bi gor endamên rêxistinên kurdan, pmk
rêxistina 2. bû di Kurdistanê de, lê mixabîn bi eynî navî me nikarî ku
em li welat û dervayê welat karên siyasî bikin. Bi vê minasebetê jî me
karên xwe yên bi siyaseta illegaliyetê da sekinandin, ne ku em mirin û
hew karekî bikin û nexêrxwazên me jî þa bibin!..
Kesên ku li me heqaret dikin pewîst e ku
malperên me bixûnin, me baþ nasbikin, projên me nasbikin, heta erêkirina
(îmza) xwe ya li ser projê me bibînin û paþê rexna bikin bê ku nebin
derewçînê xwe!...
Di demek kurt de wê herkesê bibîne ku
xebatên me çawa dimeþin û ji nexêrxwaziyên xwe jî þerm bikin. Me xizmeta
gelê xwe daye berçavên xwe û em naxwazin li kesî jî heqaretê bikin, lê
nêxêrxwazên me jî îqrar dikin ku PMK xwe di dîroka kurdan de daye
nivîsandin.
Me mereqek heye! Gelo rêxistinên kurdan li
dervayê welat ciqas ji PMKê xwirtir in, lê welat? Belê li welat jî dîsa
em hene!..
Em hêvîdar in ku serhed.net xwe neke ciyê
heqaret, çêr û pêçariyan, hêzên kurdan du þexis bin jî gerek mirov rêza
wan bigre ku þibha mirov di kurdîtiya mirov de tunebe!..
Bi silavên germ ji boy xwendevanan.
M.Nûreddîn Yekta
|