|
Gelo Mirov Dikare Xwedê Înkar bike? |
KSN/ 23/8
2005- Her
tişt ji bo we serbest, lê bi şertê ku dev ji heş û aqilê xwe yê ku lê dikole
û pirsan dike bernedin…Bêgûman aqil pîvaneke ku rastiya gelek tiştan bi me
dide diyarkirin e; lê ne hertişt e. Tenê dikare tê bigihêje û rê pêş bike ji
bo rastiya tiştan. Herwekî ku termometre, me bi dereceya germa û sermê
dihesîne; lê bandora xwe ya li ser germa û sermê tuneye. Lê em bi saya ew
dereceyên ku ji termometreyê fêr dibin dikarin hinek tedbîran wergirin û
pêşî li hinek tiştên ku dê ji ber sermê yan germê bêne serê me bigirin.
Em dê ji
xwe, der û dora xwe, dinya xwe û kaînata ku dinya me di nav de ye dest bi
derfeta înkarkirina Xwedê bikin…
Gelo
derfetek wisa heye?
Gelo
mirov dikare fikra Înkarkirina Xwedê bi bingeh û delîl bike?
Gelo
mirov dikare tinebûnê Îsbat bike?
Gelo
mirov dikare li devereke ku her tim rohnî be îsbata şevê û tariyê bike?
Bersîva
hemû pirsan yek e, ya hemû erê ne yan jî na.
Vê gavê
min ew çend rêzên ku xwestibû pê doza înkarê îspat bikim jê birine, ne ku ji
ber tiştekî, bi min wisa hat mîna ku ez tinazên xwe bi heş û aqil bikin û pê
re leyîstikên zaroka bileyîzim.
Lê heke
em li vê derê çend gûmanên- ku heşê gelek kesan xwe pê teselî dike-
binivîsînin dibe ku fêdedar be:
-
Sebebên di alemê de
li hev civiyane û bi vî awayî eşya û ruhber hatine afirandin. Sebeban ev
rêkûpêkiya ku heye afirandine û tiştek ji tiştekî dinê re bûye pêlik û
sedem.(?)
-
Em, dinya me û her
tişt jiberxwe ve çêbûne, hema wisa li hevûdû rast hatine û ketine ev şeklê
hanê ku em û eşya tê de ne. (?)
-
Tebîet, xwezayê ev
rêkûpêkiya hanê afirandiye. (?)
-
Xwedê ev kaînat û
hemû tiştên di hindirê wê de afirandiye. (?)
Mîna ku Seydayê Bedîuzzeman dibêje; heke hate
îspatkirin ku hersê rêyên pêşiyê bêderfet in û îmkan ji wan re tineye, tenê
rêya çara dimîne û jê pêvtir jî tu rê û îhtimal tune ne.
1. Ji gelek nakokiyên vê fikra hanê ez li vê derê
dixwazim çend heba bibêjim:
Dermanekî
xwedîgiyan û bi pîvanên gelekî bihîstiyar, ji hin madeyên taybet, ji her
yekî çend miligramên diyar pêwîst e.
Em biçin
dermanxaneyek ku ew madeyên hanê di şûşeyên taytet de li refikên xwe de
bicîhkirî ne. Li hêlekê jî ji wî dermanên xwedîgiyan ku em divên bi dehan
şûşe bi heman pîvanên pêwîst hene û em dipirsin gelo çawa çêdibe ku bi heman
pîvanan ev dermanên pêwîst hatine amadekirin? Ji bo bersîvdayînê yek rabe û
bêje; ba û bahozek rabû, hemû ev qutîk û şûşeyên hanê têkil hev kirin, dûvre
qapaxên geleka jê ji wan vebû û bi qansî ku van dermanên hanê yên taybet
diviya ji wan bi ser hev de rijiyan û dûvte ew dermanên rijiyayî ketin
şûşeyek vala û qapaxek li wan rast hat û bi hêza ba û bahozê hemû şûşeyên vî
dermanê hanê li quncikeke taybet rêz bûn û ba û bahoz jî rawestiya û çû.
Gelo
kerek sed carî kertir bibe û dûvre jê bê xwestin ku ji bersiveke weha bawer
bike, gelo dê nebêje ”haşa ji kerîtiya min ku ez baweriya xwe bi bersiveke
weha bînim!”.
Her gul û
kulîlkek, dar û deviyek, ruhber û mirovek ji dermanekî wisa bêtir bi
bihîstiyarî hatiye afirandin û bedena wan li ser hatiye avakirin.
Li vê
derê divê ku em bipirsin; gelo kê bi van pîvanên ku divê wisa be pîvaye û li
gorî pêdiviyan madeyên pêwîst bo wan bedenên giyanber û ne giyanber amade
kiriye?
Gelo
sedemên ji hebûna xwe bêhayî wisa kirine?
Sebebên
jiyanê yên berbiçav û bihgehîn, ax, hewa, av, rohnî û germa ye; lê ji van
sebebên hanê di yekê de jî delîl û elametên hişmendiyê tune ne û nizanin ku
çi dikin.
Digel ku
tîrijên ronahî û germê ji rojên tên, roj nizane ku di çi xizmetê de ye û
encama karê wê çiye.
Sedemên
bingehînên dinê jî wisa ne.
Naxwe ev
doza ku em bibêjin her tişt bi sebeban ve girêdayî ye û encama wan e, dozeke
pûç î vala ye.
Dozeke
pûç î vala ye; ji ber ku têkiliya her tiştî bi her tiştî ve heye.
Ji bo
zerreyek ku barê pêdiviya çav hildigire û di dema diyar de digihîne alîkarî
û hêviya wê, du îhtimal derdikevin ber me; yan em ê bibêjin qabiliyeta
dîtineke wisa bi wê zerreya hanê re heye ku her der û devera kaînatê bi
carekê dibîne û hemû têkiliyên berçavan û yên nediyar dizane û li gorî wan
têkiliyan tev digere.
Ji ber wê
yekê dikare tiştê ji çav re pêwîst di dema xwe de digihîne hêviya çav.
Heke hêj
para mirov di heş de mabe, mirov nikare ji îhtimaleke weha xurafe re bibêje
rast e. Naxwe rêyek li ber me dimîne û em mecbûr dimînin ku wê qebûl bikin.
Ew rê jî;
ku ew zerreya hanê belê zerreyek ji rêzê ye; lê belê eskereke di fermana
Xwedayê xwe de ye û ji bo çi karî ferman lê hatibe kirin tenê wî karî tîne
cîh.
Ew zerre
di hengama karê xwe de mezherî zanista Xwedayê bêkêmasî dibe, mîna çirûska
ku ji rojê biçirûse reng û gûnekî gelekî balkêş digre. Digel ku dilopa avê
bi saya tîrijên rojê diçirûse; lê di zatê wê zerreyê de, ti qabiliyeteke xwe
bi xwe çirûsandinê tuneye û hemû xeml û hebûna wê bi saya roja esmana ye.
2. Em, dinya me û her tişt jiberxwe ve çêbûne, hema
wisa li hevûdû rast hatine û ev şeklê hanê ku em û eşya tê de ne girtine?
Naxwe gelo her tişt jiberxwe de çêbûye û lihevrasthatinek e?
Lihevrasthatin di tiştekî duduyan de be, yan ji hezaran xalan di çend xalan
de be, mirov dikare bêje belê ev lihevrasthatinek e; na heke ev
lihevrasthatin û ligorhevbûna hanê ne dudu û sisê lê bi sedan û hezaran û
heta bêjimar be, wê gavê ew ji lihevhatinekê bêtir dibe lihevanînek, ji
avabûnekê bêtir dibe avakirinek…
Em bala
xwe bidin bedena mirov û endamên di bedena wî de hene.
Gelo kîja
endamê di bedena mirov de heye, -yên hundirîn jî tê de- zêde ye û bi kêrî
tiştekî nayê?
Vê gavê
bi dehan endamên bedenê digel karên ku dikin bînin ber çavê xwe û careke
dinê lêbinerin.
Gelo hemû
endamên û bihîstiyariyên ku pêdiviya mirov bi wan hebû jiberxweve çêbûne?
Yan li hev rast hatine?
Gelo
kesekî heşmend dikare vê yekê qebûl bike?
Gelo heş
dikare li hember vê birêkûpêkiyê bêdeng bimîne?
Û li
hember bi hezaran hîkmetên di bedeneke piçûk de bi destê hevûdû girtine û
rêzikên nameya danaskirina xwediyê xwe bi awayekî herî balkêş û eşkere
nivîsandine bêdeng û bêhayî bimîne û nexwaze ku wateya vê nameya manedar
nexwîne?
Bînin
bîra xwe ku em, dinya û kaînat bi lihevhatin û tesadufek wisa çêbûne ku
kesên herî zîrek nikarin bi temamî di têkilî û rêkûpêkiya di navbera eşya de
bigihên û wê ji hevûdû derxînin! Gelo çava ev lihevhatin û tesaduf dikare
tiştên weha birêkûpêk encam bide?
Bedeninî
me yî wisa encam dane ku ji hêla pêdiviyan kêmasî tê de tuneye.
Dinyayek
wisa encam daye ku hesabê her tiştî û hemû rêwiyên tê de hatiye kirin, li
gorî zikê herkesî xwarina wan, li gorî bedena her kesî kuncîlê wan û li gorî
qamet û qabiliyeta herkesî sîleh û çekên wan hatine dayîn.
Ma em
çawa dikarin vê rêkûpêkiya hanê ji lihevhatin û tesadufê hêvî bikin?
Mîna ku
Qurana Pîroz gelekê cara balê dikişîne ser, heke mirov parîkî li ser
afirandina xwe û ew serdemên afirandina xwe bifikire, dê bi hêsanî tê
bigihêje, ku bi çi baldarî û miqatebûnê, bi çi zanebûn û bi çi hunerî, rê li
ber afirandina mirov hatiye hêsankirin ku bikaribe qalibê xwe yê mirovbûnê
bibîne,
Hun, li
kîja hêla bedena xwe, dinya xwe û kaînata ku di nav de ne dinihêrin binerin,
dê bi rêkûpêkiyeke bêhempa re rûbirû bimînin. Bi taybetî ew bisestembûn û
birêkûpêkî her ku ji îradeya afirandiyan dûr dikeve bêtir xuya dibe.
Bajarên
ku mirov ava dikin û nanikên ku ji hêla mêşên hingivîn ve têne sazkirin
bînin ber çavên xwe, dê bajarê mêşên hingivîn çiqasa ji yê ku mirovan ava
kiriye têkûztir xuya bike.
Herwisa
nanikê hingîvîn yê ku ji hêla mêşên hingivîn ve hatiye amadekirin û hindurê
hinarekê bînin ber çavê xwe, ku hebikên hinarê bi serkeftine çiqas bêhempa
tê de rêz bûne û mirov li sîstema xwe heyran dihêlin. Lê ya rast tu
heşmendiyeke dara hinarê an axa ku rehên wê tê de ne û tîrijên ku germê
didinê tuneye.
Dîsa
parseda/prosenta ew gazên li ezmana û atmosfera dinya pêk tînin bînin ber
çavên xwe, parseda yekê ji wan biguhere dê jiyana ruhberan/ giyanberan
serobin bibe û dê nikaribin jiyana xwe berdewam bikin.
Têkiliyên
di navbera Stêrk û galaksiyan de jî, herwisa bi rêkûpêkiyeke bêmînak li ser
piya dimînin û tev dilivin.
Têkiliya her tiştî bi her tiştî ve heye.
Ya hucreyek bedenê bi endamên bedenê ya
endaman bi temamê bedenê û ya mirovekî bi hemû mirov û hemû şert û mercên ku
jiyanê li ser piya dihêlin ve heye.
Ji bo dinya bikaribe li ser vê sîstemê bimîne,
divê têkiliya xwe ya di rêka xwe ya derûdora rojê de biparêze, ji bo wê divê
roj jî di nav galaksiya xwe ya stêrkan de di rêka xwe ya rast de seyrana xwe
bike û her wisa her ku diçe xelekek bi ser xelekekê vedibe û wisa dike, ku
li tu devera heyî valahiyek bêrêkûpêk namîne, ku jiberxwebûn û
lihevrasthatin bikaribe destê xwe têxînê û bibêje binere ev teşqelexaneya
hanê jî hunera min e.
Naxwe bi delîlên bêjimar ku ji rêkûpêkî û
sîstbûyîna afirandiya em tê digihêjin û dibînin dikarin bi awayekî bêgûman
mizgînê bidin mirovahiyê ku tu devereke bêxwedî û bêxwedan tuneye. Û yê ku
ev kaînat afirandiye mora xwe li her derekê xistiye û alayên ku selteneta wî
didin diyarkirin jî li her deverê ji bo nerînên xwedî feraset tim û tim li
ba dibin.
3. Tebîet, xwezayê ev rêkûpêkiya hanê
afirandiye?
Gelo Tebîet/ Xweza kî ye? Dest û pêyên xwezayê
hene? Yan mîna Xwedayekî heşmend e û tu tiştek ji nerîna wî nafilite, ku
dikare van hunerên hanê nîşan bide?
Na, haşa! Ne yek ji wan e jî. “Xweza Qanûnek e
Xwedayî ye, ne qanûndamezrêner e, ew hunerek e, ne hunermend e, pirtûkek
çapbûyî ye, ne çapker e, arifandiyek e, ne afirandêr e, çêbûyîyek e, ne
çêkerek e… navê destûrên xwedayî yên ku rêkûpêkiya kaînatê li ser linga
dihêle ye, ne ku Xwedayekî hukum li xwe û li me dike ye.
Mirovekî bedewî bînin ber çavê xwe.
Ew kes di çolekê de li Qesrekê rast tê. Ew
mirovê hanê difikirie ku hoste û avakerê wê qesrê di wê qesrê bi xwe de be.
Û bi vê
bîr û daxwazê dest bi lêgerîn û lêkolîna xwediyê wê dike.
Li kîjan
beşa qesrê dinihêre qabiliyeta avakirinê pê re nabîne û heşê wî yê bedewî
jî qebûl nake, ku ew tişt karibin çêkin; ji ber ku têkiliyekê jî di navbera
wan de nabîne.
Dûvre
diçe li ew deftera ku hemû plan û projeya ku qesir li gor wê hatiye avakirin
rast tê, li defterê dinihêre ku hema bêje bahs ji her tiştê ku di qesrê de
heye tê kirin û nîşan dide ,dê çawa û bi çi pîvanê bêne çêkirin dike.
Digel ku
heşê wî yê bedewî jî bi temamî bi vê biryarê ne razî ye, lê dîsa ji bo wê
biryara xwe ya di destpêkê de daye ku ”dê Xwediyê wê qesrê di hundirê wê de
bibîne û îlahîm divê ku di wê de be” birastîne baweriya xwe bi vê xurafeya
hanê tîne û xwe di nerîna xelkên heşmend de dike pêkenok.
Dîsa diçe
li mizgefteke mîna ya Selaheddînê Eyyûbî rast tê ku bi hezaran kes li pê
mela, li rex hevûdû qor bi qor rêz bûne û bi dengê mele re radibin, rûdinên
û mele çi dike ew jî weke wî dikin.
Ji ber ku
ji rastiya nimêjê û nimêja cemaetê bêhay e, hay ji wî bedewîyî, ku ew
cemaeta hanê bi hinek benikên nayin dîtin, bi hevûdû ve girêdayî ne û dema
ku mela tevgerekê dike yên dinê jî mecbûr dimînin û ji mecbûrî dikin.
Êdî li
gorî van herdû mînakên Bedewî rewş û baweriya kesên, ku difikirin di kaînatê
de yê ku vê rêkûpêkiyê pêk tîne ”Xweza” ye û xweza xwedîbandorek serbixwe
ye; di xeletiyeke çiqas mezin de ne, hun ji xwe re hesab bikin.
Belkî carcaran tê bîra hineka ku belê bila bi giştî hukum yê Xwedê be û lê
ma çi pêwîstî heye ku Xwedê bi karên piçûk ve dakeve? Ma gelo mezinantiyê
Xwedê rê dide vê yekê ku bala xwe bide van karên piçûk û wan bişopîne?
Ew,
vê têkiliyê herwekî ku nêzîkî mezinantiya wî nakin.
Lê ev
yeka hanê xeletiyeke bingehîn e; ji ber ku ew tiştê ku carna li ber çavê me
piçûk xuya dike, li hinda Xwedê tiştînî herî birûmet û layiqî baldariyê ne.
Dema ku
em bifikirin ku di cîhaneke ku melaîketên bêjimar ji Xwedê re bi zimanên
bêjimar hemd û tesbîh dikirin, Xweda xwest, ku wek xwelîfe li ser ruyê dinê
Mirovan biafirîne; da ku ji nav wan mirovana hinek jê bi vîn û hilbijartina
xwe bikaribin rêya rast bibînin û di alema sedeman de baweriya xwe bi alema
xeybê bînin; dê wê gavê girîngiya hin tiştên ku em li ber çavê xwe piçûk
dikin diyar bibin.
Roj rast
e ku li ser deryayê bi awayekî layiqê mezinbûna xwe diçirûse û leylana
vedide, lê ev tecelliya wê ya mezin ne asteng e ku li ser camekê, dilopek
av, an jî di neynika çav de biçirûse.
Çirûsandina wê ya di dilopa avê de na, lê neçirûsandina wê dê kêmaniyeke
mezin bûna.
Di
teşbîhê de xelet nebe, Xwedayê Teala bi tecelliyên taqet û zanîna xwe li
hinda hemû mexlûqên xwe ye û bi wan re ye.
Lê dîsa
ji hêla mezinantî û meqamê xwe bêjimar ji wan bilin û dûr e.
Belkî hêj
jî pirseke weha di heşê hinek xwendevanan de mîna gûmaneke piçûk mabe;
Fikra baweriya Xwedê, ji tirsa parasitina jiyana denê ku bi sedem aloziyên
xwezayê yên ku hêza mirovan nedigihaştê derneketibe holê û mirovan
nexwestibe xwe bi sipartina xwediyekî bihêz û taqet bikin?
Bêgûman
ev pirsa hanê balê dikişîne ser hesta me ya bawermendiyê.
Di serî
de jî me got; her çi endamekî bedenê an jî bihîstiyariyên di bedenê de
hatine afirandin bêgûman pêdivî bi wan heye û ji bo jiyanê pêwîst in.
Zikê me
heye, ji bo wê xwarin heye, da ku bedenê li ser lingan bihêle. Poz û bivilên
me xwedî qabiliyeta bêhnkirinê ne, pêdiviya me bi bêhnwergirtinê û
bêhnkirinê heye û bi zanebûn ew ji bo me hatiye bexşandin.
Ji bo
jiyan birêkûpêk be pêdivî bi çav, gav, dev û guhan heye, ew ji bo me hatiye
bexşandin û her weha heta ji bo derfetê bide mirov ku layiqî şerefa
mezinatiya xwe ya manewî li alema bîsînor seyranê bike xiyal bo wî hatiye
bexşandin ku tu kes nikare rê û pêşî lê bigire.
Yanî
hestinî an jî endaminî bedenê yên wisa bi me re hatine afirandin ku bersîva
wan jî hatiye dayîn; yan jî hemberê wan xwestekan hene.
Ji ber vê
yekê, heke xwesteka bawerkirinê bi mirovan re çêdibe ji ber ku rastiya wê
baweriyê heye ew xwestek çêdibe.
Çawa ku
pitik ji dayîka xwe dibe, devê xwe li şîr digerîne ku bimêje û dibîne jî.
Yê ku
pêsîrê û şîr diafirîne ne ew lêgerîn û xwesteka pitik ya şîrmêtinê ye, lê
belê yê ku pêdiviya pitikê bi şîr û pêsîrê dizane ew ji bo wê/wî amade
kiriye.
Wek vê
mînakê Xwedayê Teala ji ber ku heye ev xwestek bi mexlûqên ku afirandiye re
çêkiriye; ne ku xwestek û pêdiviya mirovan fikra hebûna Xwedê encam daye.
Baş e
heke fikr û lêgerîna mirovan, fikra Xweda afirandibe, ma ev huner û mexlûqên
ku tenê Xwedayekî ji kêmaniyan dûr dikare biafirîne yê kê ne û kê afirandine
û bi çi awayî encam dane?
Hersê
îhtimalên bingehînên ku mirov xwe bi wan dixapînin yeko yeko bêbingehiya wan
hate îspatkirin.
Tenê cî
ji Îhtimala çaremîn re dimîne; ew jî Xwedayê Teala ku ji hemû kêmasiyan pak
û paqij e; bi destê hikmet û zanebûnê ev kaînata han ya digel me û dinya me
afirandiye.
Em bi
qansî zerreyên mexlûqatên wî, pesnê wî didin û wî ji kêmaniyan pak û paqij
dibînin.
*Di vê
nîvîsara hanê de bi pirayî ji ”Rîsala Tebîetê/Xwezayê” hatiye
îstifadekirin. Heke serkeftin û xweşiyek di vê nivîsarê de hebe bêgûman ew
para Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye, lê heke kêmasî û teşqeleyên ziman hebin ew
jî para fikra min a kêmrohnî û zimanê min î bi teşqele ye.
23-08-2005-Uppsala
Mucteba
Baravî
Dem: 23-8 2005. Seet 19
|