Çima Sîyaseta Partî, Hêz û Rêxistinên bekurê Kurdistanê xitimîne.?

Dilbirîn

Swêd, 23/2 2005- Roja îro li tevaya dunyayê rojev germ e. Rojane bûyerên girîng çêdibin, biryar tên girtin û tên bicîanîn, her partîyek dinava xwe de her diçe berfirehtir û xurtir dibe  û bi pîlan û pirojeyên xurtir û zelaltir  derdikevin pêşberî miletên xwe. Ava çemên biharê çewa diherikin, sîyaset, kar û xebat li dunyayê wusan  pêşve diçin. Lê li bekûrê Kurdistanê çi dibe.. û sîyaseta Partîyên bakurê Kurdistanê di kîjan qonaxêda ye..?

Berîya mirov bersîva vê pirsê bide, divê mirov li hîm û bingehên van partîyana binêre ku li ser çi  hatina avakirin. Gelo bîr û bawerî, felsefe, dîtin û têgîhîştineka Kurd û kurdistanî ye ku ev partîyên bakur li ser hatine avakirine, an jî ji derve de kirasek nû anîne û li bejna Kurdan  kirine...? Eger em di vî warî de li hev nekin, em xwe nagîhînin tu hedefekî. Ji ber ku divê berîê em bizanin ka birîn çîye û li ku ye, paşê em dest bi kewandina birînê bikin.

Dema mirov li sîyaseta Partî û Hêzên bakurê Kurdistanê yên li Ewrûpayê ne dinêre, tu liv û tevgereke berbiçav tuneye, pêşde çûyîn çênabe, pîlan û pirojeyên wan ên ku bersîva şert û mercên vê demê bidin tuneye,  Partî û Hêzên bakur her  diçin piçûk dibin di helin û ji hevde dikevin. GELO ÇIMA..???

PKKê  ji her çend mehan carekî navekî guhertin, lê ev yeka  bi kêrî tu tiştek nehat. Ji vê xitimandina hanê, armanc hate guherîn berî çekan ji dewleta nîjatperest vegerîya singa kurdan. Li Tirkîyê bi awaki legal HADEP- DEHAP li vî alî û li wî alî li badikeve, lê vala ye û tiştek çênabe, dewletê xwest bi destê Leyla Zana û hevalên wê Partîyeka nû ava bikin, lê ew jî bi serneketin û bi kêrî tiştek nehatin. Yanî her derî hatîye girtin û sîyaset xitimîye ku hemû hewûldan bê encam dimînin

Gelo ev xitimandina hana ji ber çîye.. birîn çîye.. ji ber çi Hêzên bakurên Kurdistanê her diçin dihelin û wenda dibin..?

* Di tevaya cîhanê de, Sîyasetmedar li gorî hîm û bingehê ku civaka wan li ser avabûye sîyasetê dikin. Her miletek li ser bingehekî tayîbet hatîye avakirin, pîvanên, dîtin, têgîhîştin, zanîn û merîfeta her miletekî û her civakekî ji ya din cihê ye û ne mumkune ku kirasê miletekî  ji yê din re bibe. Bi ya min Sîyasetmedarên Kurd ji vê rastîyê pir dûr in. Ya bi zanîn ya jî bêzanî ji hemî, pîvan, nirx û hêjayê miletê Kurd dûr ketine û ji dêvila kirasê Kurdan, çûne kirasê biyanîyan anîne û li bedena Kurdan kirine. Ew kiras bi tu awayî li bejna Kurdan nayê.

* Bi tayîbatî civaka Kurd li ser hîm û bingehekî pir zexim û bi hevdûva girêdayî hatîye avakirin. Peywendîyên Eşîrên Kurd bi hevre, têkilîyên malbatên Kurd, Şêx Û Mêle û mirovên Maqûl di civaka Kurd de pirr girînge. Miletê Kurd di têgîhîştina Dîn û dîyanetê de, urf û edtên xwe de ji   mileti din cihêye û na şibe  tu miletek din.

Ew kesên ku dixwazin pêşengîya miletê Kurd bikin û xwe sîyasetmedar dibîne, divê baş hay ji van hîm, bingeh û pîvanan hebe û li gorî van pîvana partîyan damezirîne û sîyasetê bikin, na..! eger bi kirasê kominizmê, Lenînizmê, maoîzmê an jî di bin navê Demokirasîyê de bi hin kirasên ku li bejn û bala Kurdan nayê de sîyaset bikin, xwe nagîhînin tu armacekî û wê teqla binî tim ya wan be.

Mirov nikare miletê kurd bi Tirka, Ereba anjê dewleteka Ewrûpa ra qîyas bike. Girêdana me ya bi hevûdûve, Pîvan û avakirina civaka Kurd ji ya wan miletana cudaye û kirasên wana li bejna me nayên. Ji ber vê yekê ye ku sîyaseta partîyên bakurî Kurdistanê xitimîye û pîlan û pirojeyên wan bersîva daxwazên milet û şert û mercên demê nadin.

 

 


 

 



 

 

Niviskar