|
Yaşar Buyukanit: Di demek kin de nebe
jî, lê rê ber bi Kurdistan ve diçe |
KSN/1/9
2005- Rayedarên dewleta Tirk: Wekî navê xwe bawerdikin ku wê dewleteke kurdî ava
bibe. Bûyerên ku li herçar perçên kurdistanê di qewumin, gav bigav ber bi
Kurdistana mezin ve diçe. Ev bû 83ê sal e ku di rojeva dewleta tirk de
pirsa yekem, pirsa kurd û Kurdistan heye. Lê divan demên dawî de dewleta Tirk bi
hemû dem û dezgehên xwe ve li ser hebûnû û tunebûna Kurdistanê devjenîyan
dikin. Fermandarê berê yê tirk Yaşar Büyükanıt di hevpeyvîna bi nivîskarê
rojnama Milliyetê Fikret Bîla re, waha dibêje;
Li gora min, ev kar ji PKKê derbastirbûye. Pir
mezin e. Ji mucadelekirn û pêşî lêgirtina weşanên televîzyonê jî, derbsbûye û hê
mezintir e. Dema mirov li bûyerin ku li Îraqê diqewumin, li livandinên li Îranê
û buyerên ku li Suriyê çêdibe dinêre, divê mirov bifikire. Dema mirov bi vî
awayî lê binêre, her îçiqas di demek kinde nebeji, lê êdî ber bi Kurdistanê ve
diçe.
Buyukyanit, tev li analîza M.A. Biran dibe, Erê
birêz Birand gelekî rest nêzîk dibe. Buyer hê mezintire.
M.A. biran di nivîsa xwe ya do de nivîsek bi
sernivisa; "Ji kurdistanê re amadebin" nivîsîbû û ji rayedarên deweletê xwestibû
ku, Kurdistan ava dibe û divê tirk xwe bi her awayi ji pêşwazîkirina vê deweltê
re ama debike.
Do jî berdevkê wezareta der ya tirk Namik Tan,
helwesta dewleta tirk ya derbari kurd û Kurdistanê de dîyarkiribû û gotibû ku;
welatek binavê Kurdistan tune û em nasnakin.
Lê îroj esker bi devê xwe dibêje; gav bigav ber bi
Kurdistanê ve diçe.
Nivîsa Fikret Bila, hevkarîya dewlet û
hizbulahê radixîne berçava û dewletê hizbulah di şerê li himberî PKKê de bikar
anîye.
Lê tê mereqkirin ku, gelo dewleta Tirk niha kîjan
guruba kurdan dîsa li himberî kurdên welatparêz bikar tîne?
| Çevkanî: Milliyet
Amadekar: Serhed.Net
Dem: 1/9 2005
Seet: 11:30 |
|