|
-----------------------------------------------------------------
Çîroka gadîz û bênamûs
Mirovek diz li gundek
cotek ga bicîdike ku here bidize.Mêrik rojek qerar dide ku wêsevê here
ga bidize. Mehên baharêye sevên tarî çav çava nabîne û hûr hûr baran tê,
mêrik dikeva ber û berê rê diçe ji ber ku newêre di rê de here dibê nebe
ku yek min vê sva han liv ê rêye bibîne ji ber wê yekê ketî ber û berê
rê diçe.
Seva tarî mêrik di nav
ceper, dar û devîyan re tere û baran dibare lingê mêrik carna dikeva
çalên ku tê de av kom bûy û av hetanî serçavê wî dibijiqe û cilûbergê wî
di ava sêlû û çemûrê de dilewutî ye.
Mêrik hinek bi tirs lir
ê diçe û bala xwe didê ku deng ji alîyê wîalîyê rê tê. Mêrik hêdî
derbasî wîalî rê dibe dibîne ku way pêyakî ber û berê rê diçe. Mêrik
dibêje; ahhaa..! bi Xwedê ev kîye ev ne pêyayê xêrê ye.. ka ez deng
lêbikim ev kîye.
Mêrik bi dengek tirs û
nizim bang dike dibêje; lo.. bira.. bira..! tu kîye? Lê pêyayê din her
wekî qet deng neçûyê li rêya xwe dewamdikie. Mêrik hinek dengê xwe
bilintir dike:
Erê.. tu çima dengê xwe
neke? Ka neçe em bihev re biçin.
Mêrikê din neçar dibe û
bidengek sermokî dibêje; ezim.. tu çi dibêje? Gadiz îdî dizane ew kîye.
Gadiz jê dipirse: gelo
te vê seva xêr e..? tuyê waha kuda here..? pêyayê din bersîvek dide lê
gadiz pê bawer nake û gadiz dibêje; ez bi wî Xwedayî kim gere tu were em
herdû jî karê xwe ji hev re rast bêjin ka em vê seva çi li kuridera xwe
digerin..!
Gadiz dibêje; bira bi
Xwedê ez diçim dizîya gayê filankesê. Debêje, ka tu kuda diçe?
Pêyayê din jî dibêje;
min jinek eyarkirî ez diçim ba dosta xwe.
Gadiz dibêje; êêê… base..!
ez diz û tu bênamûs de were em herin ka Xweda çi dike.
Herdû diçin xwe
digîhînin binê gund lê baranek dibare wey Xwedao, dibe fisilduûman çav
çavan nabîne hirmîn û gurmîna hewraye û sîrqe sîrqa dengê birûskê tê
eynî zirav li mirovan diqete. Herdû bi zorû du beran xwe davêjin sikefta
binê gund dibêjin em hinek li vir bisekine da bibe bilindayî baran
bisekine pasê em herin karê xwe. Lê baran her diçe zêdetir dike gadiz
bala xwe didê her diçe rews xirabtir dibe gadiz destê xwe radike û waha
nifir dike:
” Ya Xweda ez bidizîya
xwe tu bi xezeba xwe û vaya jî bi bênamûsîya xwe belkî em îsev vî gundî
wêran bikin”…
|