-----------------------------------------------------------------

Şertên destmêjê şeş in

1- Nîyet: cîyê nîyetê dil e. Ji ber ku Pêxember ( s.x.l.) di hedîsek de dibêje;" Kiryar li gorî nîyetan e" Mirov di dilê xwe de nîyeta destmêjê anî kafêye, lê dema mirov bi devê xwe jî iqrar bike hê baştir e

2- Mirov Misulman be

3- Mirov bi aqil be.

4- Divê ava ku mirov pê destmêjê digire helal be, ne ava dizîyê an jî ji hinekan bi zorê hatibe girtin

5- Divê tu perde li ser canê meriva tunebe ku nehêle av xwe bigîhîne çerm. Wekî şima, hevîr, boyaxa pilastîk uhw...

6- berîya ku mirov destmêj bigire, divê mirov teret girtibe. Mirovên teret negirtibe, nikarin destmêj bigirin
 

Ferzên destmêjê şeş in

Destmêj: Şertên destmêjê pênc in.

1 - Serûçavê xwe bişo
2- Destên xwe bi e`nîşkan bişo.
3- Ji çaran yek serê xwe mesih bike.
4- Nigên xwe hetanî guzekan bişo.
5- Tertîb: yani me çewa li pêy hev rêzkir, wusan yek li pêy yekê were şuştin.
6- Muwalat Destmêj girtin, divê li pey hev be û di eyni demê da be. Yanî dema mirov serûçavên xwe şuşt li pey wî milên xwe bişo, ne ku seetek şunda milê xwe û seetek şunda jî lingên xwe bişo

Senetê destmêjê


1- Dema mirov destmêj digire berê xwe bide Qiblê

2- Miswagê li dievê xwe bixe. Ji ber ku Pêxember s.x.l di hedîsek xwe de dibêje, " Eger ez ne tirsiyama ku wê li ser Umeta min zehmet be, minê emrê wan bikira ku di her nimêjê de dara miswakê li devê xwe bixe.

3- Sê caran ezayê canê xwe bişo. Dema mirov serûçav, mil û lingê xwe carekî bişe ferz e, lê dema mirov sê cara bişo sunet e.

4- Berîya serûçavê xwe bişo, avê di devê û pozê xwe werde.

5- Bi aveka zêde serûçavê xwe bişo u rûyê xwe tevbide ku av xwe bi gihîne binê rû.

6- Nava tilî û pêçîyên xwe tevde.

7- Bi aveka teze guhê xwe mesih bike.

8- Mil û lingên xwe yê rastê berîya yê çepê bişo.

9- Cîyê ku şuştina wan ferze, zêde bike. Şuştuna milan bi enîşkan ve û ya lingan bi guzekan ve ferz e, lê dema mirov zêdetir bişo sunet e.

10- Gotina Şehadetê bine û Bêje, " Ez şahidîyê didim ku ji bilî Xweda tu xweda kî din tune, bi tenê ye û bê şirîk û bê heval e. Û ez şahidîyê didim ku Muhemed qûl û resul- qasid ê Wî ye"

Tiştên ku Destmêjê dişkêne

Paþve here>>>

Niviskar