|
Dînê Îslamê paqijîye. Dînê Îslamê girîngîyek bêhed û bêhîsab dide paqijîyê û
bawermendên Musliman teþwîqê paqijîyê dike ku di civakê de bibin nimûne û
hewesîya mirovan ji cil û berg û rûçikê wan re were. Þertê yekemîn di dînê
Îslamê de paqijîye. Ew kesê dixwaze tendurustîya- sihet- wî li cî be divê
gelekî paqij be, Paqijî sivikîya ruh û xweþîya jîyanê bi mirovan dide
t`emkirin. Mirovên paqij dilrihet û bextîyarin.
Xwedayê mezin di Qurana pîroz de gelekî caran behsa rûmeta paqijîyê dike û
ji bawermendên xwe dixwaze ku paqij bin. Xweda di Qurana pîroz de waha
dibêje; ( Bê guman Xweda ji kesê tobeker û ji yê paqij hesdike.)
Her wusan dînê Îslamê ji mirovan dixwaze ku çewa mirov bi cismê xwe paqij
be, divê mirov di menewîyatê de jî paqij be. Divê dilê mirovan ji xwîkirinê,
hesudîyê, dujmunîyê, kîn û nefretê baqij be. Divê mirov xwe ji hin
nexweþîyên nefsê ku qencî û emelê mirovan betal dike biparêze.
Ji bona her Muslimanek pêwîst ku li pêy qyîdên ku dînê Îslamê ji wan dixwze
herin. Wek derketina destavê, divê her Muslimanek dema derket destavê xwe
biþo, îdî çi destava mezin û çi jî ya piçûk be. Eger ku av tunebe mirov
dikare xwe bi kaevir anjî bi tiþtên negemar ( necis) paqij bike.
2: Hukmê Avê
Av yek ji wan hîmê ku jîyan bê wê nabe, bê av tu meneyek ji jîyanê re tune.
Xwedayê Mezin di gelek Ayetên Qurana pîroz de behsa girîngîya avê kirîye. Ji
bona ku girîngîya avê bê dîyarkirin, wekî mînak em ê çend Ayetan livira
binivîsînin.
Xweda di Qurana pîroz de waha dibêje; ( Me ji asîmanan avekî paqij
daxist, ku em bi wê ( avê ) ew bajarî mirî ( yê ku hiþkbuye û tu
eserê jîyanê tê de nemaye ) bidin jîyandin û em piranîya afirander (
mexloq)ê xwe bi wê avê avdidin îdî çi mirov bin û çi jî hewan bin )
Ev ayeta piroz dide nîþandanê ku jîyana her tiþtî bi avê ye û bê av tu
tiþtek nikare bijî.
Xweda di Ayetek din waha dibêje; ( -Û (Xweda) ji we re ji asîmanan
avê dadixîne ku we bi wê avê bide paqij kirin)
Çawa jîyan bê av nabe her wusan perestî û ayîn- Îbadet- jî bê av nabe.
Berîya ku mirov dest bi îbadetan bike, di pirên caran de pêwîstîya mirovan
bi av çê dibe. Wek taret û destmêj girtin, cenabet ji ser xwe rakirin û xwe
þuþtina ji tiþtên gemar û pîs.
Ew ava ku mirov pê destmêj digire anjî cenabetîyê ji ser xwe radike, divê
zerarê nede cismê mirovan. Ava zêde sar anjî zêde germ ya kelî zerarê dide
cismê mirovan, ne duruste ku mirov wê avê bixebitîne. Ava ku di firqên paxir
anjî di firaqên jengarî de ku li ber germa havînê maye û buye wekî girav, ne
duruste ku mirov wê avê jî bixebitîne, ji ber ku belekî an ji êþek din dide
cismê mirovan.
Ew cîyê ku av lê tunebe, anjî av hebe lê mirov ji ber hinek sedeman nikaribe
wê avê bixebitîne, wêçaxê mirov dikare di cîyê avê de bi xwelîyî teyemum
bike. Mirov dikare bi xwelîyê destmêj bigire û cenabtîyê jî, ji ser xwe
rake. di beþa destmêjê de em ê bi berfirehî li ser mesela teymumê bisekinin.
3: Îstinca:
Xwe pak kirina ji destavê
Îstinca: yanî
xwe pak kirin anjî þuþtina ji destava piçûk û ya mezin e. Di beþa teharetê
de me behsa girîngîya paqijîyê kiribû, vêca ji cismê mirovan cîyê herî
girîng ewe ku mirov dema derket destavê him pêþî û him jî paþîya xwe bi avê
biþo anjî dema av tunebe, bi kevir xwe pak bike.
Paqijî ji Îmanê
ye. Ew kesê dema xwe ji destavê pak û bêrî neke dilrihet nine, Ji ber ku
dema mirov çu destavê û xwe baþ pak nekir û av bi cilên mirovan de çû wêçaxê
mirov xwe paqijt hîs nake û bi awakî pîskolojîk jî wusa cismê xwe giran his
dike. Vêca gere mirov tareta mezin hê pirtir girîng bibîne û xwe pak û bêrî
bike.
Ew tiþtên ku mirov xwe pê pak dike
-
Ava paqij
-
Kevirê ku ne pîs be
-
Kaxiz anji ew tiþtên mirov dikare xwe pê pak bike, lê dema tareta mezin
ji ciyê xwe belabu, divê mirov xwe bi avê biþo
Tiþtên ku heram e mirov xwe bi wan pak bike
Heram e ku mirov xwe bi rîxa hiþk wek sergin, kerme û tiþtên wek sergîn, bi
hestî û bi tiþtên têne xwarinê, pak bike
Edeba derketina destavê
Sunete dema mirov çû tuwaletê, lingê xwe yê çepê ewul bavêje û bêje;"
Bismîllahî, eûzû bî-lahî mîne-lxubusî we-lxebaîs" Yanî, Binavê Xweda, ez xwe
davêjim berbextê Xweda ji þeytanê nêr û yê mê.
Mekrûhe- nabaþe- ku mirov dema destav digire, berê xwe bide tav, hîv û alîyê
ku ba jê tê. Her wusan mekrûhe ku mirov bê ku tu uzrekî hebe; di firaqan, di
qelîþtekê erdê, di nava agir û di nava silk-qum-ê de taret bigire.
Heram e ku dema mirov li çolê derket taretê, berê xwe û piþta xwe bide
qîblê. Her wusan heram e ku mirov di rêyan, di binê darên fêkî û di sîya
daran de, tareta mezin anjî ya pçûk bigire.
El-Wudûi
Destmêjû hîkmetê destmêjê
Te zanî ku armanca dinê Îskamê paqijî ye. Îjar dema mirov çû huzûra Xweda û
mirovan Nimêj kir, divê mirov pir paqij be. Ji ber ku Xweda yê Mezin bêtir
laîqê paqijîyê ye. Paiqjîya cismê mirovan, rihetîya dilê mirovan e.
Hîkmetê destmêjê ew e ku; mirov xwe ji bilîbûna hemî kar û xebata dunê dûr
dixe û xwe bi her awayê ji bona îbadetên Xweda yê Mezin amade dike. Destmêj
girtin sembola paqijîya hemî cism û dilê mirovan e, ji çavreþî, hesûdî,
fesadî û derewan e.
Ferzbûna destmêjê: Destmêj girtin, emrê Xweda ye û di Qurana pîroz de Ayetên
ji bona destmêj girtinê daxistî. Xweda di sûrê Maîde di Ayeta 6an de dibêje;
" Gelî bawermendan, dema we xwest rabin Nimêj bikin,
serçavên xwe û herû milên xwe bi îniþkan ve biþo û serê xwe mesih bikin û
herdu lingên xwe bi gûzekan va jî"
Peþde here
|