Fîlimê
li ser hunermenda kurd Suzana Barmanî xelata yekem girt
Ji bo çapemeniyê 19.11.2005,
Stockholm
KSN/
20/11 2005- Li Amerîkayê li
bajarê Vîrjînyayê, di pêşbirkeya navneteweyî ya fîlimên
domumenterî de fîlimê li ser hunermenda kurd Suzana Barmanî
xelata yekem girt. Rêxistina IAWRT ku xelat daye vî fîlimî,
sedema xelatdayinê weha tîne zimên:
”Xelata fîlimê dokumenterî yê
herî baş a sala 2005an hatiye dayin bo fîlime Maria Rinaldo ya
li ser jineke kurd, dayik, hunermed, aktîvîst ku wek
biyanîyekê li Swêdê dijî. Hedefa Suzana ew e ku bi rêya
bikaranîna muzîka xwe, nasname û zimanê gelê kurd biparêze.
Fîlmçêker salekê wê dişopîne û bi wêneyên jiyana wê ya
rojane, ew handan û teşwîq û îsyanên ku di xem û xeyalan de
rastî wan tê, nîşan dide. Zimanë wêneyan germahî û tesîreke
jidil dide mirovî. Loma fîlima Marîa Rînaldo ”Suzana – I have
a dream (Suzana- Min xewnek heye)”layiqê xelata fîlimê
dokumenterî yê herî baş a îsal e.”
Fîlim di televîzyona Swêdê de jî
hat nîşandan.
Li ser xelatgirtina fîlimî di
çapemenîya Swêdê de gelek hat nivîsîn.
Xelat ew ê di 30.11.2005an de li
Stockholmê di seremonîya xelatë de were dayin
IAWART (The
International Association of Women in Radio and Television -
Rêxistina Navteweyî ya Jinên di Radyo û Televîzyonan de), di
1951an de hatîye damezrandin. Rêxistineke îdeel e û statuyeke
wê di nav UNESCOyê de heye.
Ji bo agahdarîya zêdetir a li
ser Suzana Barmani: www.barmani.se