serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Mesud Berzani: Em xwe ji Tirk, Ereb û Farisan kêmtir nabînin

KSN/ 25/9 2005- Di roja duyemîn ya pirogirama  Festîvala Duhokê ya yekemîn de, serokê Kurdistanê Mesud Berzanî  beşdarî Festîvalê bû û axiftinek kir. Berzanî, xweşhalîya xwe derbarê Festîval û mêvanan de dîyarkir û got: Di gel ewqas zulm û zordariyên li me hatîne kirin, ji bona me serbilindîye ku me zimanê xwe parast û herwekê me nasnama miletê xwe parast. Em yek netewene û ti hêzek tune ku me ji hevdû cuda bike.

Berzanî, zimanê zordarîyê û şer li tu deverî nemaye, ne ji bona me û ne jî ji bona wan dewletên ku Kurdistan dabeş kirine. Em destê dostanîyê dirêjê wan dewletana dikin û hêvîdarin ku  ew jî ji dozê fêm bikin.

Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî axiftina xwe waha berdewam kir:  Nabe kurd ji niha û pêve bi tirsin ku bêjin em kurd in, daxwaza serxwebûnê jî ne gunehe.. Divê dewletên cîranên me jî vê yekê têbigehên.

Berzanî, em ne mileteke şerxwaz in belkî em miletek aştîxwaz in,  me rojek neçûne ser erdê miletekî din û me şerê wan nekirî, hertim şer di mala me da bûye û me bi tenê mala xwe parastîye.

Berzanî, em xwe ji Tirk, Ereb û Farisan kêmtir nabînin,  çi maf ji wan re heye ew maf ji me re jî heye. Em xwe wek birayê wan dizanin û destê biratîyê dirêjê wan dikin.

Li ser pirsgirêka Kerkukê ji Berzanî, dema em  behsa vegerandina bajarê kerkuk  û deverên din li ser Kurdistanê  dikin, mexseda me ne ew e ku em zulmê li xelkên din bikn û mafê wan binpêbikin. Lê em dev ji mafê xwe jî bernadin.

 

Çevkanî:   Peyamnêr   Amadekar:  serhed.net         Dem: 25/9 2005           Seet: 12:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî