FESTÎVALA DUHOKÊ
Û KOMELA NIVÎSKARÊN KURD LI SWÊDÊ
Lokman Polat
KSN/ 23/9 2005- Hebûn û pirbûna
rêxistinên sivîl þarezayiya neteweyan dide nîþandan. Bi saya
xebatên civakî yên rêxistinên sivîl demokrasî xurt dibe, li
pêþ dikeve. Neteweyên demokratîk yên þarezayî qîmet û
rûmeteke giranbiha didin rêxistinên xwe yên sivîl. Lê çi
heyf e ku hin rêxistinên kurdan hîn jî ne di wê têgihiþtina
qimetdanê de ne.
Di pêkanîna festîvala Duhokê ya
22, 23 û 24-ê îlonê de þaþiyên girîng hatine kirin û li gorî
min divê rewþenbîr û rêxistinên kurdan û bi taybetî jî
Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê, di derbarê wan þaþiyan de
nerazîbûna xwe diyar bikin. Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê
divê bi serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurdên Duhokê Hesen
Silêvanî bidin zanîn ku ji bo çi dawetî ji komela wan re
nehatiye. Di vê festîvala ku hetanî doh kesekî nizanîbû bê
çi karî dikin, wek nivîskar û kulturzan hatine bangkirin û
Komela Nivîskarên Kurdên li Swêdê ku wek pêþengê kultur û
edebiyata kurdî tê naskirin, nehatiye bangkirin. Ew çawa
festivala kultura kurdî ye ku Komela Nivîskarên Kurdên li
Swêdê tê de tunebe!!
Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê
ji bilî karê kulturî herwiha jî herdem piþtgiriya tevgera
siyasî û civakî ya Kurdistanê kiriye. Di nav hemû çalakiyên
ji bo piþtgiriya baþurê Kurdistanê de cih girtiye. Di qada
navnetewî de doza netewa kurd û têkoþîna gelê kurd li baþur
parastiye. Gelo Hesen Silîvanî û komîta wî dizanîbû ku
Komela Nivîskarên Kurdên Swêdê, ji bo doza baþûr, ji çend
serokên dewletên Ewropayê û ji serokê Amerîkayê re peyam
þiyandine. Gelo Hesen Silîvanî dizanîbû ku ev Komele ji bo
rewþa kurdên me yên baþûr çiqas balyozxane ziyaret kirine.
Komîta festîvalê kesên ku layiqê festîvalê nînin vedixwîne
festîvalê û wan dide axaftin, lê þexsiyetên rewþenbîr,
nivîskar û rêxistinên sivîl dawetê festîvalê nake. Komîteya
festîvalê bi çi sedemî bangê komela Nivîskarên Kurd li Swêdê
nake? Argumentên wan yên nebangkirinê çine? Kesên ku di
jiyana xwe de hew çend gotar nivîsîne têne bangkirin û
komela Nîvîskarên Kurd nayê bangkirin?..
Endam û komîteya birêvebir a komelê tu ferqeke nexistiye nav
kurdên herçar perçan, lêbelê herî bêtir jî ji bo piþtgiriya
tevgera baþur di nav hewldanê de bûye, di meþ û
xwepêþandanan de cih girtiye. Di hêla xebata çand, edebiyat
û zimanê kurdî de jî komela Nivîskarên Kurd li Swêdê kar û
xebatên hêja pêk aniye. Bi taybetî jî di hêla zimanê Kurdî
de komelê xizmetên bêpayan kiriye. Kovara � Çira� neynika
xebata komeleyê ye.
Di dema pêkanîna festîvalê de rewþeke bêcidîyet jî xwe daye
nîþandan. Di beþa axaftinan de nivîskarekî li ser navê
nivîskarên kurd li Ewropayê axaftinek kiriye.(Binêrin
malpera Netkurd) kî vê heqî û temsîlîya nivîskarên kurd li
Ewropayê daye wî nivîskarî ku li ser navê nivîskarên kurd li
Ewropayê diaxife. Li Stenbolê PENa Kurd tune. (Heger dewleta
kûr daniye, haya min jê tune.) Bi qasê ez zanim li Stenbolê
Salihê Kevirbirî, Felat Dilgeþ û Hasan Kaya weke temsîlkarê
PENa Kurd ya li Almanyê ne. Zilamê ku li ser navê PENa Kurd
ya Stenbolê(!) axifiye li Almanyê dijî, ne li Stenbolê. Ev
jî rewþ û bêcidîyeta festîvalê dide nîþandan.
Bangnekirina komela Nivîskarên Kurd li Swêd û gelek
rewþenbîr û nivîskarên kurd yên hêja, ji bo komîteya
festîvalê þermezarîye.