serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Fermana kuştina Hîkmet Fidan PKKê da me

 

KSN/ 24/10 2005-  Li gora rojnma Hurriyetê, polisên tirk, kesên ku cigirê serokê DEHAPê Hikmet Fidan kuştine, hefta berê hatine girtin. Di lêpirsînê de, yek ji wan bi navê Veysi Akkuyun, dibêje; fermana kuştina Hîkmet Fîdan PKKê da me û yek ji tîmên PKKê yên metrepolan Hikmet Fîdan kuşt. Veysi Akkoyun, Firat Karahan û Mustefa Kemal Ok, kuştina Fidan organîze kirine û Hikmet Fîdan, ji alîyê timek PKKê ve hatiye kuştin.

Hîkmet Fîdan, yek ji cigirê serokê partîye DEHAPê ya ku hate girtin bû û piştî destpêka pêvacoya Îmralîyê, ji apociyan qetîya û têkilî li gel PWDê danî. Piştî Hikmet Fidan çû başûrê Kurdistanê û bi berpirsên PWDê re hevdîtin pêkanî û zivirî Tirkiyê, di 6ê Tirmehê de  ji alîyê apociyan ve li Diyarbekir hat kuştin. Berpirsên PKKê di televîzyona Rojê de, qebûlkirin ku wan Hikmet Fidan kuştiye û sedemên wî jî ew bû ku xwedêgiravî miletê Kurd xayînan efû nake

 

 

 

Çevkanî: Hurriyet  Amadekar:   Dilbirin       Dem:  24 /10 2005           Seet: 0614


 




 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî