-----------------------------------------------------------------

Evîna bêmirad
 

Dil û mejûyê min

Naxwaze bawerke

Ji fikir û hizir û

Ramanin min,

 

Bêbextî û bêwefadarîya

Yarê ez kirim pincar wekî

Gihakî kelandî hîştim li çolê.

 

Ji kerîşû kendalin dilê

Minê hedimî dlop dilop

Xwîna reş dikişe,

 

Nizam çima wazerbûm

Bûme şima? Û xercî bûm

Wekî çaqirên devên çeman?

 

Di mejûyê serê min de

hertim dilive navê te

dikim nakim ji bîr naçe

xem û xeyalên te,

 

tu bûye dilopek ji xwîna

jîyanê û xwe vesartî

di dilê min.

 

ezê herim bibîm mêvanê

seydvanê pezkuvîyan

Sîymend û Xecê, gilîkim

Ji evîna bêmirad, diberbanga

Êvarê de

 

Derkevim ser çîyayê

Sîpanê sêrkim li gola Wanê li

Ava hêşîn û zelal, mêzekim

Li firîna çivîkan ji giravê bo

Giravek din. Roj berbiavaye

Rûyë esmanê sor û zer, qasidê

şeva reşû tarî dê were

Di ser min.

Dibe bibe dermâ

Û bikewîne birînin min

Fikir û ramanin Ehmedê

Xanî,

 

Guhdarîkim ji tembûr

û awazên Feqî yê Teyran

helbestên hevjîyayê derdê min

û birîdarê kovanin evînë,

seydayê Cizîrê.

 

min xwe berda gund

û bacarên bêxwedî,

dibînim kal û pirên hilhilî

rûniştîne li bin sîya koxê

xanî û çav nêrînê rêwîyê

rêya nehatî dikin

 

Dibînim jinên bêmêr

girêdanin şehra reşû

li benda şoreşgerê

Azadîyê, wê derkeve rojek

Sarê hespê şê û bêje ka were

Kevanîye min hatim malxoyê malê.

 

Dibînim keçên serbambol û

Cilperîtî bi hêvîya bavê wendayî

Wê were rojek û bêje:

Ka were keça min!

bigire bi destê bavê xwe û em herin seyranê.

 

Dibinim hin kurên bêderpê

Û pêxwas dixwazin bizanin

Cihî û warê şehîdê bêkefen

Û xwedîyê tirba nedîyar.

 

Van hemî derd û kulan

Dîsajî sar nekir agirê evîna

Dilê min, her mam xeyal

şikestî û perweşandî.

 

Dilbirîn 2001 08 20

 

Niviskar