serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Eskerên Tirk, li ser dujminatîya miletê Kurd tên perwerde kirin

 

KSN/ 20/ 10 2005- Iroj dema min bala xwe da nûçeyên televizyona tirk ya STRê, di alîyekî de, ez gelekî mam ecêbmayî û li alîyê din jî, ji xwe dijminîya dewleta tirk ya li himberî kurdan ne tişteke xerîbû li ba min. Ji ber ku hebûna tirkîyê, li ser tunekirina miletê Kurd hatitîye avakirin. Li gora nûçeyên STRê yê 20/10 2005an  seet di 7ê evêraê de, eskerên tirk topekî bi navê firtone çêkirine û di  mesafa 40 kilo metreyî de dujmin  dibîne û bi derbekî de ji holê radike.

Bêguman dema behsa dujmin kir, bala min kişand ka gelo ew dujima kîye ku ew topa ku eskerên tirk çêkirî, wî di mesafa 40 kilo metreyî de dibîne û ji holê radike. Min ji zarkên xwe re got: ew dujminên ku tirk behs dikin kurd e. Zarokan; bavo tu ji ku dizanî ku ew behsa kurdan dike?

Lê dema behsa perwrda esker ya li ser wê topê kir, zarokên min jî, nelet li  wê helwesta tirkan dujminkar anîn.

Li gorê STRê,  eskerên tirk li Enqerê perwerda  li ser coxrafîya Kurdistanê  dibînin ka wê topê çewa dikarin li ser çîya û şaxên kurdistanê bi kar bînin.  Di hat ragihandiin ku, eskerên tirk pir hûrûkûr li ser coxrafîya kurdistanê perwerde dibin û hemû deşt, newal, gelî, mesîl û zozanên kurdistan disekin û nasdikin.

Dewleta Tirk wekî berê êdî nikare dujminîye Yunanîstan, Bulxrîstan, Ermnîstan, Rûsya û dewletên ereban bike. Lê dewleta Tirk bê dujmun jî nikre razê, îla divê dujminekî wî hebe ku esker û sûbayên Tirk  bi saya serê wê dujminatîyê  bibin qeherman û Kurdistan Zafer Madalyesîyê bigirin.

Ew jî miletê Kurd e

 

Çevkanî: serhed.net Amadekar:   D        Dem: 20 /10 2005           Seet: 18:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî