Serokê partîya Îslamî ya Îraqê ji alîyê eskerên Emerîka
ve hate
girtin
KSN/ 30/5 2005- Eskerên Emerîka îro seet di 04.00an de avêt ser mala
serokê partîya Îslamî ya Îraqê Dr.Muhsin Ebdulhemîd û sê kurên wî û
serokê heyeta Alimên Îraqê Haris el-Darî û girtin bin çeva. Ji doh
de eskerên Emerîka û yên Îraqê ji bona ku pêşî li
kiryarên xwekujî bigirin, li Bexdayê operasyonên berfireh bi
navê birûsk dane
destpêkirin. Wusan tê gumankirin ku têkilîyên Partîya Îslamî û
El-Darî bi koma Zerqawî re hene.