|
|
Erebên Şîî: Haris
el-Darî pêyayê Sedam e û piştgirîya Terorîstan dike
KSN/ 22/5 2005- Berpirsek ji Meclîsa Bilind ya şoreşa Îslamî, Serokên Alimên
sunî bi havkarîya wan bi terorîstan re tewanbar dike û dibêje, Şêx
Muhemed Teqî el-Mutewelî bi har awayê alîkarîya wan kesên karê
terorê li Îraqê pêktîne, dike. Derbarî Haris el-Darî de jî
dibêje; El-Darî pêyayê Sedam e û di destê me de delîl û îsbat hene
ku el-Darî pêyayê Sedam e û di demek munasib de em ê eşkera bikin.
Dema Sedam Huseyên axa Îraqê ji tirbên komkujîyê dagirtibû, El- Darî
li kubû?.
Erebên sunî û şîî,
hevdû bi revandin û kuştana Melayê Mizgeftan li Îraqê
tewanbardikin. Cemaeta Erebên sunî serokê Meclîsa bilind ya şoreşa
Îslamî Ebdul Ezîz el-Hekîm tewanbardike ku tovê fitneyê dixe
nava milet û milet dike dubandî û li dijîhevdû sor dike.
Li ser navê Erebên sunî Ebdulxefur el-Samîrî xwest ku
Mizegeftên sunî sê rojan werin girtin, eger Melayê me carek din bi
kuştin ê revandinê re rû bi rû man, wê demê em ê gava duemîn bavêjin.
Jêder: El-Heyat
|