|
Erebên
Sunî li dijî Federalî û daxwazên Kurdan derdikevin
KSN/ 8/8 2005- Li Bexdayê bi
navberiya serokkomarê Îraqê Celal Telebanî, rêvebirên partiyên sîyasî yên
Kurd û Ereb ji bona li hevkirina li ser destûra Îraqê, civînên xwe
didomînin. Berdevkê serokkomarê Îraqê Kamûran Qeredaxî ragihand ku,
di civîna doh de demê têr nekir ku li ser hemû xalan rawestin, bi
tenê her kesî derbarî destûra Îraqê de nêrînên xwe gotin. Lê îroj wê bi
firehî li ser hemû xalan rawestin.
Erebên sunî do
dîsa li dijî sîstema Federalya Îraq, daxwazên Kurdan yên derbarî kerkuk
û parvekirina serkanîyên xwezayî û nasnama Îraqê ya ne Îslamî
derketin. Li ser pirsek, Telebanî, Balyozê Emerîka yê Îraqê
Zalmayê Xelîlzadeh tekilê tu tiştek nebûye û zextê li ser tu kesî jî
nekirîye
Çavkanî: El-Cizîre
Amadekar: Dilbirîn
|