|
Erdogan, xwe wekî Fatîh Sultam Mehed dibîne lê çibike jî teqla
binî tim ya wî ye
KSN/ 14/7 2005- Sewrokwezîrê Tirk Receb Teyîb
Erdogan, heroj boblatên ji xwe mestir bi sitûyê xwe va tîne û ji hêz û
taqeta xwe mezintir di axife. Lê her tim bi pozve li kevir dikeve û
teqla binî ya wî ye. Erdogan do di pirogirama nivîskarê rojnama
Milîyetê Taha Akyol de got, eger pêwîst be, em ê derbasî başûrê
Kurdistanê bibin û şerê PKKê bikin. Û jî di civînek din de, lenet
li du medyayê mezin ya BBC û Reuters anî ku
çima wan PKKê "milîs" îlan kirine.
Bersîva serfermandarîye Emerîka dereng nema, Serfermandarê Emerîka
Richard Myers li ser pirsa ropjnamevanan got: Eger Tirkîye bixwaze ku
derbasî axa Îraqê be, divê bi Hukumeta Îraqê re gelek tiştan biaxife.
Erdogan, bi cevê Sultanên Osmanîyan li xwe dinêre û bê ku li netîca
axiftina xwe binêre hê wek 50î sal berê pesnû fortan dide xwe. Ji
Erdogan wetrê ew dikre dewletên Ewrûpa bi PKKê bide tirsandin,
lê ew bi xwe jî gelo ji gotinên xwe bawer dike?
Dema eskerên tirk derbasî başûrê Kurdistanê bû, ma gelo wê ji wan re
bihêlin. Ji bilî Emerîka dewleta Îraqê heye û serokkomar û wezîrêder
Kurd e û ji alîyek din jî Hukumata Kurdistanê wê bihêle ku eskerên tirk
bikeve erdê wan..?
|