**Menûya Kurdî**
 

Erdogan; " Eger Emerîka êrişî PKKê bike wê Tirk bibin dostê Emerîka"

KSN/ 7/7 2005- Serokwezîrê Tirk Receb T. Erdegon dibêje; dostanîya Tirk bi  Emerîka re, girêdayî  Emerîka ye. Eger Emerîka dujminîya Kurdan bike wê hewa li tirkîyê were guhertin û miletê Tirk bibin dostê Emerîka. Erdogan vekirî waha nabêje; lê gotinên Erdogan herf bi herf tê vê menayê. Erdogan li Emerîka li bacarê Idaho li qeza Sun Valleyê beşdarê konferansek bû û piştî konferansê bersîva pirsên beşdaran da. Li ser pirsa ku miletê Tirk dujminatîya Emerîka dike Erdogan:

"Raya giştî di bin bandora tiştên ku dibînin de, dimînin.Tiştên ku di ekranên televizyonan de derdikevin û li rojnaman tên nivîsîn û wêneyên tên weşandin, vê qenetê peyda dike". Lê guhertina vê yekê di destê Emerîka da ye. Mesela sê endamên kongira Emerîka serdana Qibrisê kir, li tirkîye rewş gelekî hat guhertin. Em her tim dibêjin; eger Emerîka li bakûrê Îraqê li dijî PKKê tetbîrekî bigire, wê hewa li tirkîyê jî were guhertin.

 

 

Çevkanî: Hurriyet

 
Dem:7 /7 2005  Seet: 00:1  şandine: Serhed.Net        Vegere