Endamê YNKê û nûnerê
Parlamentoya Îraqê Faris Huseyîn hate kuştin
KSN/
18/9 2005- Do êvarê dema nûnerê parlamentoya
Îraqê yê kurd Faris Huseyîn ji nehya Duceylê çû Bexdayê, bû hedefa
êrişa hin kesên çekdar û ew bi tevê barêyê wî û şofêrên wan hatin kuştin.
Her wusan ji YNkê û nûnerê Parlamentoya Îraqê Heyder Qasim jî birîndarbû.
Di civîna Parlamentoya
Îraqê ya ku di 18/9 2005an de
ku vê sibê
civîyan, endamê Parlamentoya Îraqê Dr. Fuad Mesûm ev kiryara şermezarkir.
Mesûm, got ku, gelek caran hukumeta herema Kurdistanê xwestîye ku rîyên di
navbera Hewlêr, Kerkuk, Silêmanî û Musilê de, ji alîyê hêzên kurd ve werin
parastin. Lê bersîva vê daxwazê bi tenê bêdengî û guhnedan bû.