|
|
|
Mesud Berzanî, Emir Musa li firokxana
Hewlêrê pêşwazî kir |
|
KSN22/
10 2005- Îroj seet di 12ên
bi dema Kurdistanê, segreterê giştîyê Camîa Erebî Emir Musa,
gihîşt firokxana Hewlêrê û ji alîyê serokê Kurdistanê Mesud
Berzanî ve hate pêşwazî kirin. Hate ragihandin ku wê seet li
dora 14ên piştî nîvroyê de, Mesud Berzanî û Emir Musa, bi hev
re civînek çapemenîyê li darbixînin û li ser dan û sitandinên
di navbera wan de derbasbûye û derbarê rewşa sîysî li
Kurdistan û teve Îraqê, bisekinin.
Emir Musa ev bu du
sê roje ku li Îraqê, bi serokkomar Celala Telebanî,
serokwezir Îbrahîm Ceferî, serok û berpirsên hêzên sîyasî yên
erebên sunî û şîîyan re hevdîtinan pêkanîn.ٌ |
| Çevkanî: PUK-Medya Amadekar: Dilbirin
Dem: 22 /10 2005
Seet: 31:00 |

|
|
|