|
|
|
|
|
|
|
Emerîka: Hilbijartin û rola superdelegeyan |
|
Rola
superdelegeyan - beşê 3:em
Hindek
kurtiya her du nivîsên berî vê nivîsê:
Îsal, 2008-an, di
meha çiriya paşiyê de hilbijartinên bo serokatiya Emerîkayê
çêdibin.
Du partiyên
sereke, Partiya Repuclican, RP (ko Serok Bush ji wê partiyê ye)
û Partiya Demokrat, DP, bo serokatiyê li hember hev hevbeziyê
dikin.
Heya meha Tebaxê
divê namzetê her du partiyan diyar bibin.
RP heya niha du
bernamzetên xwe yên diyar hene: Senator McCain û Mike Huckabee
, waliyê kevin yê eyaleta Arcansas-ê.
Li gor dengên delegeyên RP, senator McCain ji bo namzetê
partiyê cihê xwe hema bêje misoger kiriye.
Lê Huckabee jî
dev ji vê hevbeziyê bernedaye û ew li ber xwe dide. Û hê gelek
eyalet mane û herweha, convention (rengek şawirmendî,
hekemtiya partiyê) jî maye. Jixwe divê mirov hertim "sensation"an
, "bawernedikiriya"n, pênezaniyan jî hesab bike.
Bi kurtî meseleya
namzetiya RP kêm-zêde zelal dibe.
Lê li layê
Partiya Demokrat ve, terse wê ye. Tevlîheviyek (confuse) di
hilbijartina bernamzetiya wê de peyda bûye.
Mesele berî niha
senator Hilary Clinton li pêş bû û niha senator Barack Obama
li pêş e, wek:
Barack Obama
1223dengên delegeyan standiye.
Hilary Clinton
1198 dengên delegeyan standiye.
Ji Obama re 802
dengên delegeyan pêwîst e.
Ji Hilary re jî
dengên 827 deleyan pêwîst e heya ko ew bibe namzetê yekem yê
partiyê.
Eyaletên ko wexta
dengên xwe bidin ev in :
Ohio, Texas,
Pensylvania, North Caroline.
Li aliyê dî jî, "bayê
xurtbûnê" yê Obama li gelek welatan kursiyê Hilary dileqîne.
Lê gelo heye ko
Obama serî ji Hilary bistîne?
Ji ber vê yekê,
dixwazim li ser sîstema hilbijartina bo serokatiya Emerîkayê
binivîsim.
Li gor sîstema
hilbijartina bernamzetan, divê ewil delegeyên (nûnerên)
"normal" yên her partiyekê, eyalet bi eyalet dengên xwe bidin
bernamzetan.
Bi pêvajoya wan
hilbijartinan re hindek bernamzet dixusirin-ji vê hevrikiyê
dikevin. Hindek dev jê berdidin, hindek jî bixusirin jî (wek
Huckabee) berdewam dikin. Û hindek jî serdikevin.
Pirsgirêka rojane
ya îro li Emerîka ew e: Gelo li layê DP dê rewş çawan bibe ye?.
Gava ko Obama
niha li pêş e, ev nayê wê maneyê ko namzetiya wî ya yekem bo
DPê misoger bûye/dibe.
Ji ber ko rengek
yê hilbijartinê, wek gotina dawiyê, heye. Ew jî hilbijartinên
ji aliyê "superdelegeyan" ve ye.
Gelo Superdelege
kî ne û rola wan çiqasê heye?
Mesele Partiya
Demokrat her kongreyek de, hindek siyasetmedarên xuya, navdar
û xwedî tesîr wek "superdelege" dihilbijêre.
Hejmara wan
superdelegeyan di her kongreyekê de dikare were guhertin. Niha
DP 796 superdelegeyên xwe heye. Hejmara wan delegeyan ji
eyaletekê heya eyaletek dî ferq dike. Hindek eyaletan, wek
eyaletên têrnifûs, dikarin 20-50 superdelegeyên xwe hebin û
yên kêmnifûs, kêmtir hebin.
Desthilatdariya
superdelegeyan ji delegeyên "normal" gelek bêhtir e.
Gava di
hilbijartinên bo bernamzetiyê de dengên bernamzetan gelekê
nêzîkî hev bin, hingê ew superdelege dikevin dewreyê de (navçiyê
de) û ew "dest datînin" ser hilbijartina wan bernamzetan. Ango
di çaxê konferansa convention de, ew dê gotina xwe ya dawiyê
bo wan bernamzetan bêjin. Mesele ew dê bêjin:
"Filankes ji bo
namzeta serokatiya Emerîkayê minasib e û bêhvankes ne minasib
e!"
Pîvanên wan
superdelegeyan hertim: "Gelo ew kes (bernamzet) dikare Emerîka
bi awayekî xurt (wek ko dewleteka "superpower") rêve bibe, yan
na" ye. Ew li taybetmendiyên, xasyetên rêvebiriya (leadership),
wan bernamzetan dinêrin.
Superdelege çi
biryarê bidin dê wek ya wan were pêkanîn.
Ger yek/hindek ji wan bernamzetan ji yê dî bêhtir deng
standibin jî, lê ew superdelege bighin wê baweriyê ko ew kes/ê
nikare rêvebiriya Emerîkayê bike, ew dikarin dengê xwe nedin
wî/wê kesî/kesê û ew jî nabe namzetê partiyê.
Lê bi giştî,
superdelegeyan rengê dengên xwe di konferansa dawiyê (convention)
de eşkere dikin. Ango ew dê piştgiriya kîjan bernamzetî bikin.
Bes ew dikarin hê ji niha ve piştgiriya xwe bo yekî ji wan
bernamzetan eşkere bikin.
Heya niha ji van
796 superdelegeyan, 234-an diyar kirine ko ew dê dengên xwe
bidin senator Hilary Clinton. Û 156 superdelegeyan jî bo
senator Barack. Obama. Hê 406 superdelegeyan rengê dengên xwe
eşkere nekirine.
Vêca roja îro bo
wan bernamzetan gelek girîng e ko ew bikarin bêhtir wan
superdelegeyên mayîn biser aliyê xwe de bikişînin, wan qayil
bikin-. Hingê ew hema bêje namzetiya xwe ya partiyê bo
serokatiyê misoger dike.
Tê gotin ko çiqasê Obama îro xurt dixweye û dide pêşiya Hilary
jî, ger pirsgirêka hilbijartinê bimîne ser dîtina
superdelegeyan, hingê Hilary Clinton dê bikare piştgiriya
pirraniya superdelegeyan wergire û zora Obama bibe. Sedemê wê
jî ew e ko Hilary xwedî tecrûbe, dayin-standin, eleqe û
girêdanên wê yên siyasî û berfereh e. Herweha ji xwe wê
alîkariya mêrê xwe, serokê Emerîkayê yê kevin, Bill Clinton jî
heye.
Lê îro li Emerîkayê gelek kes vî rengê sîstema hilbijartinê
rexne dikin û dibêjin ko ev ne rengekî demokratîk e. Ew
dibêjin pêwîst e mirov guhê xwe bide dengên milet (dengên
delegeyan, nûnerên partiyê).
Gava îro,
senatorê kevin, Gary Hart vê sîstema "superdelegetiyê" bi
tundî rexne dike ew ne ji xwe de ye. Ji ber ko sala 1984 an
senator Gary û senator Walter Mandel jî bo serokatiya
Emerîkayê bernamzetên DPê bûn. Hingê rewşa Gary Hart wek ya
Obama û niha, bû. Ango wî piştgiriyek mezin ji milet digirt.
Lê superdelegeyên DPê hingê gihan wê baweriyê (qenaetê) ko
senator Gary nikare rêvebiriya Emerîkayê bike- çendî ko dengên
wî ji yên Walter bêhtir bûn jî. Wan superdelegeyan dengên xwe
dane Mandel û ew wek namzetê yekem yê DPê hilbijartin. Piştre
Mandel hilbijartin pêşberî Reagan winda kir.
Li gor siyasetzanên emerîkî, ger senator Gary Hart wê çaxê
bibûya namzetê yekem yê DPê, hingê wî wê zora Reagan bibiriya
û ew dibû serokê Emerîkayê.
Niha Gary Hart vê
dîrokê tîne bîra partiya xwe û vê sîstema superdelegeyan bi
tundî rexne dike. Ew pişta senator Barack Obama digire.
Herweha ew dibêje: "Ger namzetê DPê Obama be, dê namzetê RPê,
senator McCain nikare zora wî bibe û dê Obama bibe serokê
Emerîkayê.
Vêca, gelo dê
dîrok carek dî dubare bibe, yan jî wê Emerîka dersekê ji vê
dîrokê bigire û wê wek tevliheviya nêv partiyê serrast bike-
ew ne diyar e.
Lê ya baş ew e ko kesek ji wan bernamzetan muhtacî alîkariya
superdelegeyan nebin e, ango ew gelek dengan bistînin da ko
superdelege nekarin rê li namzetiya wan bigirin.
Em ê berdewamiya şopandina hilbijartina serokatiya Emerîkayê
bikin.
serwext.com
Dr. Cuwan Heqî
|
|
Amadekar: Mucteba
Dem: 02/19
2008
Seet00: 30 |
|
|
|