**Menûya Kurdî**
 

 

 

Emerîka rastîya welatên Musliman fêm kir, lê me hê rastîya xwe fêm nekirîye

KSN/ 3/6 2005- Bi teyîbetî îdara George W Bush bi fikrên xwe yên xeyalî, di xwest di Rojhilata Navîn de wekî ku  ew dixwaze ji nû ve sînora bi guherîne û li gora berjewendîyên xwe ava bike. Emerîka bi van  pirojeyên xwe, xelkên heremê, dîn, exlaq, kultur û hemû hebûna Rojhilata Navîn li ber tu tiştekî hîsab nedikir. Her kesekî ku bêhna îslamê ji bihata, raste rast terorîst îlan dikir. Lê îroj Emerîka  poz Emerîka li kevir ketîye û niha jî hêvîya Emerîka bi tenê komên Îslamî ne.

Emerîka bi kiryarên xwe yên bi neyartîya Îslamê û Muslimanan, li ba her Muslimanekî dujminê herî mezin hate dîtin û jê hat nefret kirin. Lê Emerîka îroj li xwe varqilîye ku sîyaseta wan ya Rojhilata Navîn şaş e û ew nema dikiran li himberî tevaya Musliman û Muqedesatên Muslimanan  şer bike û Emerîka anaha berê xwe daye komên Îslamî û ji xizmetkarên xwe yên wekî Husnî Mubarek re dibêje; " Divê tu derîyê azadîyê ji mixalefetê re veke û mixalefet ji hemî derfetên Medyayê fêde bibîne."

Emerîka li himberî xezeba Muslimanan neçar ma û berî du mehan li Qeterê konferansek çêkir û hin kes mîna qasid ji komên Îslamî hatibûn vexwendin bo Konferansê . Emerîka Ji komên Îslamî xwest ku dev ji karê xwekujî û întiharî berdin, dê aölîkarîpiştgirîya wan bikin.

Li gora Rojnama Erebî el-Heyatê, serokê Emerîka George Bush doh bi qasî 10 deqan bi telefonê bi serokê Misrê Husnî Mubarek re axifîye û ji Mubarek xwestîye ku, bila mixalifeta Misrê bi azadî xwe bi rêxistin bikin û tu astengîyan ji muxalefetê re dernexînin. Bush, divê ew kesên ku di dema Referanduma yasa serokatîyê de êrişî ser muxalifetê kirine û li wan dane, derxînin ber Dadegehê û mixalifet jî wekî Hukûmetê karibe ji hemî derfetên medyayê  fêde bibîne.

Berdevkê Birca Sipî dibêje, Mubarek soz daye serok Bush ku ew ê van daxwazên Emerîka bi cî bîne. Û Mubrek ji Bush re dibêje ku ew bi serdozgrê Misrê re bi telefonê axifîye ku zûtirîn wext kesên ku li mixalefetê zulum kirine derxînin pêşberî Dadgehê.

Her kes dizane ku mixalefeta Misrê Îxwanul-Muslîmîn e. Hefta derbasbûyî li Misrê referandûmek ji bona yasa serokatîya Misrê wek formalîte hat pêkanîn. Rejma Misrê hemî dek û dolab anî serê muxalefetê û  di cîyê polîsan de îstixbarat bi kincên sivîl berda ser muxalifetê û got hêzên ewlekarîyê wusa nekirine bilkê xelkê sîvîl li muxalefetê dane. Rejma Mubarek zulmeka nemirovî li Îxwanul-Muslîmîn dike û wan wekî koma terorîst binav dike. Lê îro Emerîka li dijî xizmetkarê xwe yê qedîm Husnî Mubarek, piştgirîya Îxwan dike.

Hûn jî dibînin ku Emerîka bi çi awayî xwe nêzîkê komên Îslamî dike û bi tenê ûmîda Emerîka maya Komên Îslamî. Emerîka dizane ku xizmetkarên wekî Kiral Fahd, Husnî Mubarek û yên wekî wan ku bi dîktatorîya xwe li dunê hatine naskirin, êdî bi kêrî tiştekî nayên. Vêca Emerîka li hevkar û xizmetkarên nu digere û hêvîya Emerîka bi tenë Komên Îslamî maye.

Emerîka bi vê helweta xwe di xwaze du tiştan bike.

  1. Emerîka dizane di dewletên Musliman de, mixalefeta herî bihêz komên Îslamî ne û mejbûr maye ku  xwe nêzîkî wan bike. Bi vê yekê Emerîka dixwaze alternatîfek li himberî Muslimanên redîkal çêbike.

  2. Û bi saya serê Muslimanên ku Emerîka piştgirîya wan dike, xwe ji li sta dujminên Muslimanan derdixîne û bi saya Muslimanên ne redîkal hukmê xwe li Rojhilata Navîn di meşîne.

Ez ê disa çîrokê wezîr dûbare bikim " Wele Wezîr ker e"

 Şerefdîn: E-Mail

 
Dem:3/6 2005  Seet:11   şandine: Serhed.Net        Vegere