Emerîka: Dixwaze bi
çekdarên Îraqê re dest
guftûgoyan bike
KSN/
29/11 2005-
Balyozê Emerîka Zalmayê Xelîl Zad, da dîyarkirin
ku Emerîka dixwaze bi hin gurûbên çekdar yên li Îraqê re
bide û bistîne. Serokê Komîsyona Emn û Parastina Îraqê Cewad
Malikî, ragihand ku, dan û sitandineka waha mimkune, lê bi
şertê ku gurûbên çekdar çekên xwe dayînin û xîyanetê bi
kuştina îraqîyan re nekin, wê çaxê dikarin tev li
sîyaseta welat bibin.
Xelîl Zad, em bi aligirên Sedam
Huseyin û rêxistina El-Qaîde ya ku di bin serokatîya Ebu Museb
El-Zerqe de, nadin û nastînin. Ev hedû gurûb, ne dibin
sîwana goftûgoyê da ne. Bi tayîbet Zerqawî dest bi şer
kirî û bûye sedemî gurkirina şer.
Lê Xelîl Zad, eşkere nekir ku wê
bi kîjan gurûbê re dest bi guftûgoyan bikin. Wusan tê
bawerkirin ku wê bi cematên Îslamî yên sunî re dest bi
goftogoyan bikin.
Zad, em gihîştine wê qinetê ku
tu tiştek bi çek çareser nabe û divê em hin rêyên din jî bi
ceribînin ku hemû kes karibin di warê sîyasî ya Îraqê de cîyê
xwe bigirin.
.