
Bi navê Xwedayê Dilovan û Mihrîban
Qarî`e, yek ji navê qîyametê ye. Tê mena lêdana bi tirs,
dema lê dide ji tirsa dilê mirovan di qete, lê mabesta ayetê roja
qîyametê ye. Ev sûre li Mekê daketîye û 11 ayet in. Sûrê Qarî`e,
behsa aqîbeta mirovan di roja qîyametê de dike.
**
Bi Navê Xwedayê Dilovan û Mihrîba
1-Lêdana ( bi tirs, dilê mirovan ji tirsan di qetîne)
2- Ew çi lêdane?
3- ( ya Muhemed) Tu ji ku dizanî ku ew lêdana bi tirs çîye?
4- Di wê rojê de mirov wekî perperok-pilpilîkan ji hevdû belav
dibin.( Yanî perperok çewa dema di firin ji hevdû belav dibin û
difirin, mirov ji wekî wan dema radibin û diçin mehşerê
ji tirs û heybeta roja qîyametê wusan ji hevdû belav dibin.
5- Û çîya jî wekî hirîya den
kirî (reng) dibin.( û ji hevdû di herifin. Dema çîya hildiweşîn û di
herifîn, wê demê hemû rengê rehên çîya li nava hevdû
dikevin û dibin wekî hîrîya cûr bi cûr hatibe den kirinê)
6-7- Êdî mêzîna kê giran be, ew di jîyaneka pê qaîlbûyî da
ne.
8-9- Lê mêzîna kê jî sivik be, di pêşîya
wî de dojeha (bi navê) Hawîye heye.( Ynî cîyê wî dojeh-cehenem
e)
10-11- ( ya Muhemed ) Tu ji ku
dizanî ew (Hawîye) çîye? agirekî bi tîn û sor e.