KSN/
28/9 2005-
28/9 2005-
Kanala Televîzyona
El- Huriye ya rêxistina Yekgirtûyê
Îslamî ya Kurdistanê, ji kanaleka heremî veguhastin kanaleka
Esmanî û wê li seranserê cîahnê were temaşekirin. Kanala El-
Huriye, li Kurdistanê wek kanaleka heremî, piştî
hilweşandina rejma Sedam Huseyin
dest bi weşanê kirîbû.
Piştî amadekirina pêdivîyên teknîk, wê dest bi weşanên xwe yên
esmanî bike.
Mudurê kanala El-hurîye Newroz Muhemed ji raya
giştî re ragihand ku, veguhastina kenala El-Huriye
ji weşanên heremî bo weşanên esmanî pir girînge. Bi wasita vê
kanalê wê dengê Kurdan bigîhîne hemû deverên Îraqê û dewletên
Ereb û cihanê. Her wusan wê ev kanal bibe mînbera pêşnîyar û
fikr û ramanên xelkên me.