**Menûya Kurdî**
 

Ednan Muftî: Em tu carî qebûl nakin ku mada 58an bimîn piştî destûra Îraqê

KSN/ 21/7 2005-  Parlamentoya Kurdistanê di 19/7 2005an de civîna xwe ya 9emîn pêk anî. Di civînê de serokê Parlamentoya Kurdistanê  Ednan Muftî û cîgirê wî Kemla Kerkûkî amadebûn. Di civînê de guftugo li ser rewşa Kurdistanê ya sîyasî û encama serdana perlamanên kurdistanê ya Bexdayê kirin. Ednana Muftî, derbarî yekkirina herdû îdaereyên Kurd û gavên ku hatine avêtin de agahî da Parlamentoyê. Muftî, waha got: herdû alîyan li ser gelekî tiştan li hev kirne lê hin tişt hê çareser nebûne, em li ser navê Parlamentoyê bang li herdû alîyan dikin ku di zûtirî wexte de îdara Kurdisatanê bikin yek. Bixwîne

Li ser mesela Kurkukê û destûra Îraqê Ednan muftî waha got: ji bilî îraqîyan dostên me yên din li ser çareserkirina mesela Kerkûkê û mada 58an  didin û distînin. Muftî, em nabêjin ku Kerkuk mulkê miletê kurd e û ji bilî kurdan neteweyên din nikarin jê fêde bibînin, lê rastîya tarîxê we e ku Kurkuk perçek ji axa Kurdistanê ye. Muftî, bang li Turkman û Erebên Kerkukê kir ku ji bona pêşeroja xwe rêzê li qanûna îdara Îraqê bigirin.

Li ser mesela mada 58an Muftî, em bi tu awayî qebûl nakin ku bi cî anîna mada 58an bimîne piştî destûra Îraqê û bang li Hukumeta Îraqê kir ku mada 58an bicî bîne.

Çevkanî: Teaxî

 

 

 

 

 

 
Dem: 21/7 2005  Seet: 11  şandine: Serhed.Net        Vegere