|
Muslimanên Tirk û Ereb bawerîya xwe li ser
dujminîya miletê Kurd avakirîne
STENBOL,
3/5 2005- Dewleta Tirk hê jî hêvîya xwe
ji gurûbên terorîst li Îraqê, nebirîye. Rayedarên dewleta Tirk, qîma xwe bi
îrada miletê Îraqê ya ku bi hilbijartinê hatîye ser text ne anîye. Ji ber wê yekêye ku di dawîya hefta
borî de dema deletên cîran li ser pirsa Îraqê li Stenbolê civîyan,
wezareta der ya Tirk Alimek ji Îraqê bi navê Haris Ed-Durî ji vexwend vê civînê.
Tê gotin ku, Haris ed-Durî serokê Heyeta Alimên Îraqê ye, lê tu ferqek di
navbera fikrên Ed-Durî û dewleta Tirk ya derbarî miletê Kurd de tuneye.Pêlivirake
Wezareta der ya Tirk bawerîya xwe bi wezîrê Îraqê Hişyar
Zibarî ne anîye ku, El-Durî jî vexwend vê civînê. Ed-Durî wekî serokê heyeta
Alimên Îraqê hatîye vexwendin, lê Ed-Durî bi tenê temsîla qismek ji Alimên sunî
û bi tayîbet temsîla paşvemaîyê kevnebeesîyan dike. Di eslê xwe de Ed-Durî li ser
navê xwedêgiravê " Guruba Berxwedan", ji alîyê Tirkan ve hatîye vexwendin.
Rojnama tirkî Yeni Safakê bi Ed-Durî re
hevpeyvînek kirîye û di hevpeyvînê de, Ed-Durî gurûba xirabkerên Îraqê wek
gurûba "Berxwedan-direnişci" binav dike û dibêje; hetanî li Îraqê
dagirkerî hebe wê berxwedan jî berdewam be.
Dema mirov berê xwe dide kiryarên wan kesên ku li Îraqê teqînana dikin, ji bilî
Îraqîyan wekî din kesî nakujin. Roja Înîyê li ber Mizgeftên
şîîyan otomobîlên bombebarkirî di teqînin û bi dehan mirov
tên kuştin û bi sedan birîndar dibin. Di bazar û kolanên bajêr de kiryarên xwekujî
dikin û bi sedan jin û zarok û mirov mesûm tê kuştin, lê Muslimanên Tirk û Ereb
navê van bûyerên terorî kirine berxwedan.
Ed-Durî dibêje; gurûba berxwedan ji Îraqîyan pêktên, lê di nava vê gurûbê de
Îslamî, Beesî, Qebîle, Eşîr û kesên Etnîkî jî hene, lê
em hemî ji bona rizgarkirina Îraqê micadile dikin. Ed-Durî dibêje; xwekuştinên
întiharî ne rastin, lê di alîyê din jî dibêje; ne Sedam û ne jî tu kesekî din kare
tekoşîna berxwedanan bi de rawestandin.
Di pirsa Kerkûkê de, tu ferqek di navbera Ed-Durî û Sedam
Huseyîn û dewleta Tirk de tune. Li gora Ed-Durî, divê herkes li yekîtîya axa
îraqê xwedî derkeve. Wextî rewş wusa be peywendîyê wan wê bi her gurubê re hebe,
lê ew kesên doza tiştekî din bike wek kurdan derê Ed-Durî ji wan re girtîye.
Bi ya min ev kesên bûyerên xwekujî li Îraqê pêktînin,
paşvemaîyên kevnebeesî ne, lê kirasê Îslamê li karê xwe dikin. Piştî
desthiladarîya Sedam hilweşîya bi mehekî, karên xwekujî li îraqê dest pêkir.
Mirovn sivîl ne mumkine di demek waha kurt de, ewqas kiryarên pirofesyonal bike.
|