serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 Ebd ul-Reqîb Yûsuf - Emîn Narozî

 

KSN/ 27/12 2005- Xelkê herêma Bota ye û kurê Seydayê Mele Yûsuf e ku demeke dirêj li Gurendeşata Şaxa Hekarîyayê (Çataxa niha ya ser Wanê) melatî kirîye û dawîyê çûye li Nisêbênê bi cih bûye û li wê derê rehmet kirîye. Mamoste Ebd el-Reqîb Yûsuf serê pêşî li cem bavê xwe dest bi xwendina medreseyê kirîye lê dûvre hê di xortanîya xwe de ji bo xwendinê derbasî başûrê Kurdistanê bûye û li Mûsilê li xwendina xwe domandîye. Demek piştre dibe ku Piştî qedandina xwendinê be ew ji Mûsilê rabûye çûye Silêmaniyê, li wê derê zewicîye, lê bi cih bûye û heya niha jî li wê derê dimîne.

Ji serê pêşî ve tarîxa kurd û Kurdistanê û berhem, avahî û hilkolîyên kevnare yên deverên welatê kurdan bala wî kişandîye û ji bo vê yekê jî ew li gelek cihên Kurdistanê gerîyaye, wêneyên van berheman girtîye û li ser van eserên kevnare gelek xebat û lêkolînên hêja kirîye. Ji bilî gelek nivîsar û lêkolînên di vî warî de ku hinek ji wan di kovar û rojnameyan de hatine weşandin û hinek jî hê neweşandî mane berhemên wî yên ku çawa ez pê dizanim weke kitêb hatine weşandin ev in:

  1. Dîwana Kurmancî ku bi tîpguhertina Elîşêr bi herfên latînî bi navê Şairên Kilasîk ên Kurd ji alîyê Jîna Nû ve hatîye weşandin.
  2. Dewleta Dostikî di Kurdistana Navîn de ku ji du cildan pêk tê û bi erebî hatîye nivîsîn û ev werger jî jê hatîye kirin.
  3. Bangewazek bo Ronakbîranî Kurd
  4. Lêkolîna wî li ser tabloyên Şerefnameyê ku dîsa Elîşêr herfên wê guhertîye latînî û bi navê Hunerên Tabloyên Şerefnamê di nav weşanên Jîna Nû de hatîye weşandin.
  5. Bersîsê Abid ya Feqîyê Teyran berhev kirîye (nehatîye weşandin)
  6. El-E´lam min Meşahîr el-Kurd we Kurdistan ku divê di sala 2000î (?) de bo kurdî hatibe wergerandin
  7. Mêjûya Bajarê Kurdistanê (ne dîyar e ka hatîye weşandin yan na)
  8. Tarîxa Botan

 

Pirr mixabin ku ew bi xwe di saxîya xwe de naxwaze ku tu agahdarî li ser jîyana wî bê dayîn û ji ber vê yekê jî min nikaribû ez sala bûna wî û agahdarîyên berfirehtir li ser jîyana wî peyda bikim.  

 Têbinî!

Ev kitîba seydayê  Eddul-Reqib Yûsuf e ku ji alîyê nivîskarê hêja Emin Narozî ve hatîye wergerand. Em ê hercarê hinek ji we xwendevanên hêja re belavbikin.

 

Çevkanî: serhed.net  Amadekar:   Emîn Narozî  Dem:  20 /12 2005           Seet 00: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî