Ê ku toraqê û çortan çêkin nemabûn!
Di sala 1992 an de ji Serhedê Melayekî Kurd diçe paytextê
tirka Enqerê.
Diçe ku bi kurdek burokrat re hevdîtinê çêke.
Beriya ku birêkeve ew kurdê burokrat ji mela re têl dike û
dibêje;
-Seydayê heja, ji kerema xwe re ku tu hatî Enqerê ji min re du
devo penêr, du post toraq û deh kilo çortan bixwe re bîne!..
Mela dibêje; baþe keko ser çava, ka ez lê bigerim ku bibînim
ezê ji te re bînim.
Dema mela diçe Enqerê û bi wî dostê xwe re hevdîtinê dike,
kurdê birokrat dipirse
-Ka te ji min re çi anî?
Mela dibêje:
-Bira li qusûra min nenihêre, welleh ez li hemî ciya geriyam;
partiyên kurda gundê xwe vala kiribûn û hemi şivan, gavan û
bêrivanên me bûbûn siyasetmedar, jiber vê yekê kesên ku penêr,
toraq û çortan çêbikirina nemabûn, loma min neanî.