**Menûya Kurdî**
 

Eskerên Emerîka teqînî li xebatkarê baregha PDKê kir û bi giranî birîndarbû

KSN/ 15/7 2005- Li gora malpera Peyamnêrê, do seet di 9:30ê serê sibê dema Beyz Îsmaîl û birayê xwe Arî Îsmaîl bi erebe xwe diçûn baregaha Partîya Demokirat ya Kurdistanê tayê Şavezê ku girêdayî Hewlêrê ye, eskerên Emerîka teqîn li wan kirî û Arî Îsmaîl di serê xwe de bigiranî birîndar bûye. Arî Îsmaîl rakirine nexweşxanê û polis li ser vê bûyerê lêkolîn dike.

Li gora agahîyên ji Polisan hetîye sitandin, di erebê de sê eskerên Emerîka hebûyne û navbera wan û her dû bira 100 metre dimîne û eskerên Emerîka gule berdide wan. Berîya çend rojan jî kurdekî  45 salî dema bi ereba xwe diçû kar, eskerên Emerîka gule berdabûnê û kuştibûn.

 

 

 

 

 
Dem: 15/7 2005  Seet: 18  şandine: Serhed.Net        Vegere