K
SN/
26/9 2005- Fermandarê berê yê Tirk
Yaşar Buyukanit, di axiftina xwe ya di dibistaneka eskerî de,
dujminên Tirkîyê dest nîşankir. Dujminê Tirkîyê yê yekem komên
Îslamî ne û yê duyemîn jî wek harcaran dujminê Tirkîyê yê
ezelî kurd in. Buyukanit, li Tirkîyê hin komên Îslamî
henin hê rejmeka Îslamî dixwazin. Li gora Buyukanit,
qanûna Şerîetê qanûneke paşverû ye û rejma Ttirkîyê jî rejmeke
pêşketî û şaristanîye (!).
Dujminên
Tirkîye yê duyemîn jî Kurd in. Buyukanit, bi vî yekê jî tenê
namîne û zimanê xwe hetanî Yekîtîya Ewrûpa jî
dirêj dike û helwesta Yekîtîya Ewrûpa ya li himberî
operasyonên eskerên Tirkîyê şermezar dike.
Yekîtîya
Ewrûpayê, operasyonên eskerên Tirkîyê yên li himberî gêrîlayê
PKKê, operasyonên îrişker û ne di cidî de dibînin. Ji ber vê
yekêye ku eskrên Tirk her diçin di tengasîyê de dimînn û her
diçin qîlên xwe yên êrişker şanî Kurd û Îslamîyan dide.
Dewleta
Tirk pirsgirêka Kurd bi tavayî wek pirsgirêka terorê dibîne,
lê dewletên din ne wek Tirkîyê difikirin; li Tirkîyê
Pirsgirêka terorê tune belkî pirsgirêka Kurd heye. Bi vî awayî
sîyaseta Tirkîyê û ya Yekîtîya Ewrûpayê, li dijî hevin.
Şîrove.