Du Kurd li Swêdê bi troristî
hatin tewanbarkirin.
STOCKHOLM,
12/5 2005- Îro du kurd li Swêdê ji hêla Dadegeha
Stockholmê va bi sedama ku alîkarîya amadekirina
taqîna ku
di Sibata sala 2004an li Hewlêrê qewumîbû
kirine, bi terorîstî hatin tewanbarkirin. Yek ji wan
29 salîye 7 sal ceza û yê din jî 25 salîye û 6 sal
ceza xwarin û bi minasibeta ku alîgirê rêxistinek
terorîst e, wê ji Swêdê jî werin derxistin.
Dedegahê, guhdarîkirina
telefonên wan û nameyê ku ji wan re hatibûn û wan
şandibû, wek delîl li dijî wan qebûlkirin û yekem care ku
li Swêdê li gora Destûra nû ya terorê du kurd tên
tewanbarkirin.
Herdû Kurd bi sedama ku alîgirê Ensar-el Îslam bûne û
alîkarîya
amadekirina
teqîna
Hewlêrê kirine û ji rêxistina
Ensar-El Îslam re pere komkirine,
hatin
tewanbarkirin.
Mixabin carek din navê Kurdan di medya Swêdê derket û
Kurd wek terorîst hatin tewanbarkirin. Her dema ku li
Swêdê Kurdek xetakî bike, medya Swêdê behsa
mîlîyeta wî dike û Kurd wek gurûp nîşan
dide.
Lê yekê Yugoslavî wezîrader ya Swêdê Anna Lindh kuşt,
tu carî di medya swêdê de behsa milîyete Maylovîc
nehatkirin û nehat gotin ku " yekê Sirb Anna Lindh
kuşt.