|
---------------------------------------------------------------
DR.
SÊX MASUQÊ XIZNEWÎ LI MIZGEFTA UPPSALA SEMINEREK DA!
Uppsala, 13/2 2005- Dr. Şêx Maşûqê Xiznewî li
bajarê Uppsala semînerek da û di seminera xwe de bal kişand ser
têkiliyên di navbera kurda û birayên wan ên misliman ku ta niha bi
çi awayî meşiyane. Wek mînak got: Rojekê yekîtiya Îslamê naye
bîra kesekî lê dema ku kurd li welatên ku tê de dijîn dest bi
xwestina mafê xwe yê mirovî dikin, dest pê dikin û dibêjin: ''Em
misliman in û yekîtiya îslamê perçe nekin.'' Gelekê cara li ser
navê dîn gelê kurd hatiye xapandin, dibêjin carekê melakî gund
hebûye. Gundiya gelekî jê hez dikirin û rûmeta wî digirtin û heta ku
ji destê wan dihat ji gotina wî dernediketin. Rojekê ereba ser gundê
wan girt û xwestin ku dest bidin ser sê yekê axa wan. Gundiya xwe
dan hevûdû û xwestin ku vê neheqiyê qeqûl nekin.
Herdû hêl hatin hember hevûdû ku êrişî hevûdû bikin, lê melê
gund xwe gihand hewarê û ji kurdên gundî re got: ''Ev keska
pêxember di navbera we û wan de. De êdî mana wê gundî nema dikarin
xwe tev bidin yanî heke di keskê re derbas bûbûna sînorê îslamiyetê
derbas kiribûn û ji rêçika pêxember silava Xwedê lêbe derketibû.
Piştî wê jî dest pê kir û ji wan got: ''Ma malneketna evên ha
zarokên sehabiya ne, neviyên Ebû Bekir , Omer û Osman in...'' û wisa
anî serê wan ku dilê wan bi halê wan şewitî û poşman bûn ku tew xwe
li erebên sêyekê axa wan biribûn tirş kiribûn. Dem di ser re derbas
bûn îcar tirka êrişî gundê wan kir û wan jî destê xwe dan parekê ji
sisêya axa wan a heye. Dîsa gundî ketin nava hewildanan û xwestin ku
di ber xwe bidin; mele dîsa xwe gihand hewarê û
got:
''ma malneketna hun dizanin ku ev newiyên Osmaniya ne.
Siltanê wan ku secada xwe datanî ser bahrê û nimêj dikir. Hun dê
çawa li hember newîyên wan kesana rabin..'' dîsa kurdên gundî li
şûna xwe rûniştin. Çendakî din derbas bû îcar Îranî hatin û destê
xwe danîn ser perçeyê ku di destê wan de mayî. Gundiya dîsa xwe tirş
û tahl kir lê dîsa melê gund got:
''ma ne malnexirab no, evana ew kesin ku hezkirina newiyê
pêxember û Hz. Elî ji bo xwe kirine daw û doz, ma dê çawa destê we
li vana rabe...'' gundî di nav hevûdû de çûn û hatin nihêrîn ku heke
bi ya mele bikin mafê jiyanê ji wan re tuneye, xwe kirin yek û
gotin: ''Welleh mele me gelekî qedrê te girt û rûmet da te, lê
mixabin te qedrê xwe negirt. Bi kerema xwe rahêj çend kitêbkên xwe û
çend qat nivînên xwe û ji gundê me here. Me ne zarokên sehabiyên te
divê, ne newiyên siltanê osmanî divê û ne jî hezkerên ehlê beyt
divê.'' Bi vê yekê ez dixwazim bibêjim ku dîn gelekê cara li
hember netewa gelê kurd hatiye bikaranîn.
Piştî hilbijartinan ji jinikeke Şîa dipirsin ''ew dibêje
wele mafê jina gelekî tuneye'' dûvre jê dipirsin ma te dengê xwe da
kê dibêje 'min da lîsta Sîstanî, ma hun dixwazin ez biçim
cehennemê'' di vê derê de dema ku mirov dinihêre, dîn tête
bikaranîn. Lê ez dixwazim ku her kesek bi xwe bifikire li ser tiştên
ku tên gotin, bê ka gelo rast in yan na. Dibe ku ez bixwazim qenciyê
bi we bikim lê bi nezanî xerabiya min bigihêje we, naxwe divê em
hemû bi hevûdû re hişyar bin da ku em bikarin ji xeletiyan rizgar
bibin.
Têkiliya min ya bi we re têkiliya însanî ye, ne li ser
bingehê dîn e, têkiliya we ya dînî di navbera we û Xwedayê we de ye.
Ez nikarim li wê derê bibim kefîlê kesekî, dixwazî bila li wê derê
kurdek bibe Çar ta bête avêtin nav agirê dojehê. Lê heta ku ji destê
min bê ez dê bi hemû hêza xwe û nifûza xwe bixwazim ku xizmetekê ji
bo cıvata xwe bikin û têxim xizmeta we.
Girîngiya diyaloga navbera misliman û filehan û dînên
wekî dinê jî anî ziman û got ku tu carî dîn ji bo vê têkiliyê ne
asteng e, car caran heke keşe û melan xwestibin van civatan di
bingehên dînî de ji hevûdû qut bikin jî, xelkê ji xwe re rêkik
vekirine. Wek mesela kirîvantiyê. Digel ku di eslê xwe de tu mana wê
tune jî lê kurda ev yek ji xwe re kirine mîna munasebetekê û bi vê
yekê karîbûne digel nerazîbûna keşa û mela xwe bigihînin
hevûdû.
Dîsa bal kişand ser mijara tengbûniya partîzaniyan û
xwest ku xekl bi nerînên ber firehtir li hevûdû binihêrin yan na bi
Etmankî û Mahmûdkî naçe serî. Dibêjin carekê zilamek ji rêyeke dûr
dihat û çû ser bîrê ji bo ku avê vexwe. Li wê derê jinikekê av
dikişand. Jê re got weleh xwakê ez jî û kera min jî tî bûye. Tu bi
kerema xwe bikaribû avinê bidî me. Jinikê pirsî: Ma gelo tu Mahmudkî
yî yan Etmankî yî? Mêrik da ber hevûdû heke bêje ez mahmûdkî me lê
ku jinik etmankî be. Got ya baş ew e ku ez bêjim ''ez mahmûd kî me û
kera min jî etmankî ye''. Dema ku bi vî rengî bersîv li jinikê
vegerand ''Ez etmankî me, welleh min av neda te. Lê ezê avê bidim
kera te ji ber ku ew etmankî ye'' belê gelî birano dema ku pîvanên
mirov weha teng û tûj bin, car heye ku ker avê vexun û yên ku mirov
in nikaribin avê vexun û tî bimînin..... Û bi vî rengî semînera
xwe berdewam kir
|