**Menûya Kurdî**
 

Dr. M. Osman,  Emerîka di tirse ku Sedam Huseyîn îhtiraf bike ku Emerîka bi xwe silhên navokî ( kimayasal) daye wî

KSN/ 17/7 2005-  Dr: Mehmûd Osman  endamê Kurd yê komîta amadekirina destûra Îraqê, ji malpera  peyamê re radigîhîne ku sebebê derengketina mehkeme kirin Sedama Huseyîn û havalên wî Emerîka ye. Osman, Emerîka naxwaze Sedam Huseyîn were Mehkeme kirin, ji ber ku Emerîka di tirse ku Sedam Huseyîn îhtiraf bike ku Emerîka bi xwe silhên Navokî ( kimayasal) daye Sedam Huseyîn. Sedam dema mucrimbû jî dîsa hevakrê Emerîka  yê herî pêş bû.

Emerîka naxwaze mehkemekî bi edalet bikie û hesabê cirmên Sedam û hevalên xwe kirne bi pirse, tenê dixwaze agahîyên  teyîbet ji Sedam Huseyîn bigire. Li ba Emerîka ne xem e ku Mehkema Sedam di du salan de qedîyaye an na. Ev jî hewuldanek e ku mehkeme ne mehkemka bi rêk û pêk be û    Sedam Huseyîn jî ne dujminê Emerîka ye.

Dr. M.Osman, ez di gumanan da me ku mehkema Sedam û hevalên wî wê ji du salan zêdetir bajo, ji ber ku her carê ji bona hin sedemên vala ku ne zelal in, mehkeme tê taloq kirin. Li Gora Osman Emerîka mehkema Sedam û hevalên wî kirî wek tinaz û   şano.  Bi tenê  dixwaze rengê mehkemê bide mehkeme kirina Sedam û hevalên wî. Osman, girtîgeha Sedam wekî Otêlên pênc sitêrk in û Sedam bi kêf û kerema xwe ye  û têkilîyên wî bi Emerîka re gelekî beş e.

Çevkanî: Peyamnêr

Amadekar, Dilbirîn

 
Dem: 17/7 2005  Seet: 00:30  şandine: Serhed.Net        Vegere