|
Diho li Meclîsa
Makedonya qanûna nuh ya Alê hate qebûlkirin;
KSN/
17/7 2005- Gelo dê kengî Alaya Kurdistanê bête daliqandi..Li gorî vê
qanûna nuh a ku hate qebûlkirin di
şaredariyekê de heke
piraniya neteweyekî di ser 50% î re be dê alaya wan a netewî jî li
kêleka ya Makedonî bête daliqandin. Li du şaredariyên rojavayê welêt
Jupa û Plasniça ku piraniya wan Tirk in dê alaya Komara Tirkiyeyê li
kêleka ya Makedonî bête daliqandin.
Ev qanûna hanê ji bo netewên dinê jî derbas dibe û tê
payîn ku ji 84 şaredariyan 16 şaredarî alayên xwe yên netewî jî li
kêleka ya Makedonî daliqînin.
Ev nûçeya hanê di rojnameyên Tirkan de mîna nûçeyeke
mizgînbexş bo xwendevanên xwe weşandine û pê kêfa xwe tînin; gelo li
şûna wê nûçeyeke weha hebûna ”Dewleta Sûrî yan Îranê biryar da ku li
bajarên piraniya nişteciyên wê Kurd in dê alaya Kurdistanê li rex ya wî
welatî bête daliqandin.” gelo dê nûçe bi çi awayî ragihandana û çiqas
gotinên ku dilreşiya wan diyar dikin di rojnameyên xwe de binivîsandana…
Wele heke kurd weke tirkên makedonî jî nebin û li herêmên
ku lê di piraniyê de ne doza dardekirina alaya xwe nekin, mana wê ji
şiyarbûnê gelekî dûr in û di vê sedsala ku êdî kesek di xewde nemaye ne
layiqê tu tiştekî jî ne.
Mucteba Baravi
mkurmanci@hotmail.com
|