serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

 Kevne generalê tirk Dogan Gureş, miletê kurd tehdîtkir

 

KSN/ 17/12 2005- Serfermandarê berê yê tirk Dogan Gureş, xwedî li dewleta kû derket û miletê kurd tehdîtkir. Gureş di konferansek ku ji alîyê zanîngeha   Selçukê ve hatibû amadekirin de, Li nivîskarê tirk Orhan Pamûk  heqaret kir û divê ew kesên alîkarîya terorê; yanê PKKê dikin û Orhan Pamuk   hesab were pirsîn. Esker tenê nikare bi terorê re  micadele bike, divê dewlet bi hemû sazîyên xwe ve û di qada navnetewî û  terefê wê yê hiqûqî jî hebe ku karibe micadilekî baş bike.

Gureş, xwedî li susurulkê  û subayên li Şemzînan bûyer kiribû  derket û dibêje; li Şemzînan dibêjin bijiî bijî Kurdistan nizanim çi.. ya şeytan dibêje nizanim wêdera bide te....û.

Îstixbarata dewletê veşartîya û îstixbarat diçe  wêderê û bombe diteqe. Bomba ku hatîya avêtin pir bi hêze û  çawa bombe di pirtukxanê de diteqe û xwedîyê pirtûkxanê û derûdorê wê nayêkuştin û di niva 2-3 deqanda dor li ereba istixbaratê digirin û dibêjin  ê bobe avêtîye ev e.

Gureş, êrîş dibe ser Erdogan û dibêje; Erdogan dibêje em ê hata dawîya vê bûyerê biçin.  Dema tu van gotinana dibêjî, êdî tiştekî ku tu ji eskarîyê bipê tune.

Yekîtîya Ewrûpayê di rapora xwe de dîyarkiriya ku  44 milyon kurd heye. Yanê em kêmnetewe dimînin û ji me tê xwestin ku kurdan bigirin bênê garantîyê.

***

Di Dema Gureş,  Çiler û Mehmet Agir de, ji bona tiştên nikarîbûn bi awayek qanûnî bikirana JÎTEM bi hêz kirin û silahîyeteka bê sînor da wan ku kurdên bêhna kurdîtîyê jê tê paqij bikin û ji holê rakin.

Wusan dîyere ku Gureş dema  serokerkanê eskerîya Tirkîyê bû, bi dilê wî li himberî miletê Kurd qetlîyam nehatîye kirin ku dibêje; divê ewkesên alîkarîya terorê dikin divê heseba ji wan were pirsîn. Hesabpirsîna Gureş, bi tenê kuştin û qetlîam e.

 

 

Çevkanî: interhaber Amadekar:   D. Ş  Dem:  17 /12 2005           Seet 10: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî