**Menûya Kurdî**
 

Divê ku Tixûbên Başûrê Kurdistanê diyar bin!

KSN/ 22/7 2005- Parlamenterên Kurd nexşeya Kurdistanê ya dîrokî  ku ji hêla Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye qebûlkirin pêşkêşî Parlamentoya Iraqa Federal kirin. Ev nexşeya ku ji bo di qanûna bingehîn de bê qebûlkirin hatiye pêşkêşkirin, hemû herêmên Başûrê Kurdistanê dide nîşandan. Melle Bextiyar derbarê mijarê nexşeya Kurdistanê de weha axifî ”Pêdiviya me bi nexşeyeke ku tixûbên Kurdistana Iraqa Federal diyar bike heye. Ev nexşeya ji nuh de hatiye nivîsandin, li ser bingehên dîrokî û cografî ye û em bi biryar in ku bi vê nexşeyê ve girêdayî bimînin.”

Li ser nûçeya pêşkêşkirina nexşeya nuh a Başûrê Kurdistanê, rojnameyên tirka xwe tore dikin û dibêjin ”ev nexşeya nuh herama ku vê gavê di destê kurdan de ye hêj jî ber bi başûr berfireh dike. Li gorî vê nexşeyê dê navçeya Badra û Cassan`a ku bi qansî 150 km li başûrê rojhilatê Bexdayê dimîne jî têxîne nava tixûbên xwe.”

Vê gavê parlamenterên kurd di hemgameke ku ji nuh de qedera milletê kurd tête nivîsandin, di ber xwe didin ku mafê gelê kurd yên li başûrê kurdistanê dijîn bê kêmanî bidest bixînin. Ji ber ku heke ev derfeta dîrokê bexşandiye wan bikar neynin dê careke dinê nikaribin wesîleyên ji yên îroj qewîntirîn bibînin û bi wan mafê gelê kurd bicîh bînin.

Cavkanî:Yenîsafak.

Şîrove û Amedekar: Mucteba Baravî

 

 

 
Dem: 22/7 2005  Seet: 08  şandine: Serhed.Net        Vegere