Divê reçeta
miletê kurd ne wekî ya dewletên heremê be
Dilbirîn
KSN/ 31/5 2005-
Îroj Rojhilata Navîn yek ji wan deverên dûnyayê ye ku pir tevlihevî ,teror,
ne aramî û bê îstiqrarî lê heye. Gelo sedemên vê yekê çîye, çima ewqasa bê îstiqrarî li Rojhilata Navîn heye? Dewlet û milet ji
hevdû di gumanan da ne û bi çavê neyartîyê li hevdû dinêrin. Ne
tenê li Tirkîyê wusane, tevaya dewletên Ereb, Pakistan, Afxanistan û
Îran jî wusane. Hege van dewletana ji turkîyê xirabtir ne bin jî ,
jê baştir jî nînin.
Gelekî pispor û mirovên zana ji bona
çareserkirina vê piroblemê reçete
pêşkêş dikin, dinivîsînin û serê xwe li ser vê yekê diêşînin,
lê bê fêde ye. Gelekî sebeb henin ku çima rêyekî jê vê alaozîyê re nayê
dîtin, eger rê were dîtin jî, lê tu bandora xwe
li ser civakê nake.
Meselekî me Kurdan heye dibêje; " Golikê malê radibe, li gayê
malê dinêre" Vêca miletê Kurd jî wekî miletekî ji hevdû perçekirî
û bi sal ne ku di bin desthiladarîye dewletên dagirker de û di bin
şert û mercên zor û zehmet de jîyan e. Ji ber vê yekê ye ku,
piranîya sîyasetmedarên kurd jî, îro di bin bandora vê
sîstem û sîyaseta nemirovî de mane. Her çiqas pirên Kurdan bêjin em
li dijî vê sîstemê ne jî, lê di piraktîkê de ji %90 wê sîstemê an jî
nêzê vê sîstemê bi kartînin û wekî wê felsefê tevdigerin.
Gelekî ji me Kurdan, ji niha de
jibîrkirine ku sîstema welatê me sîstemeka ne adil e û bi kêrî wan
welatên ku ew sîstem avakirîne nehatîye, vêca wê çewa bi kêrî
me kurdan were. Dewletên heremê li ser neyartîya fikrën cuda û Muslimanan
sîyaseta xwe avakir û ev bû 80ê sal e ku jehra xwe bardaye canê
miletê bindest
û Muslimana. Divê pêşengê miletê Kurd nekevin xetayê van rejmmna û neyartîye
Îslam î muqedesatên Îslamê nekin, eger bikin ew jî wek dewletên
heremê
bi sernakevin. Miletê Kurd Musliman e û li gora kirasê xwe yên
milî û Dînî dijîn, kirasê din li bejn û bala Kurdan nayê û wê
bûyerên gelekî nexweş rû bidin.
Bi ya min piranîya partîyên sîyasî,
rewşenbîr û ew kesên ku xwe wekî pêşengê miletê kurd dibînin, wekî
miletê heremê hê rastîye miletê Kurd fêm nekirne û heke waha
berdewam bikin jî, wê tucarî nikaribin restîya avakirina civaka Kurd
fêm bikin û wê aqîbeta dewletên heremê wê li serê dewleta Kurdî be
jî.
Dewletên heremê li dijî
wê hîmê ku
civaka wan li ser hatibû avakirinê derketin û bi hemî hêza xwe li
dijî dîn, exlaq, edeb, urf û edetên miletê xwe derketin. Û îro jî em
hemî rewşa wan welatana dibînin. Ne wan dewletana karîbûn bi
rihetî bijîn û ne jî hîştin miletê wan wek mirovan bijîn. Divê em
Kurd nekevin van şaşîtîyên dewletên heremê û wekî wan neyartîya dîn
û hemî hêjayê miletê Kurd nekin.
Ji %95 Partî û hêzên sîyasî yên
bakûrê Kurdistanê li dijî rastîya civaka Kurd hatine avakirin û
dujminîye kelepûrê miletê Kurd dikin. Îroj hemî partîyên bakûr ji
pştgirîya miletê kurd meherûm in. PKK tenê bi darê zorê dikare di
meşan de hinek kurdan bidin hev. Lê ew Kurdên li dora PKKê dicivin
jî ,hê rastîya PKKê nizanin.
Gelek ji Kurdan
behsa demokirasîyê dikin, lê piranîya wan li welat najîn û ji
rastîya civaka Kurd ne haydarin. Ew kirasê ku Kurdên
Ewrûpa bi navê demokirasîyê li xwe kirine, ne rasîya civaka Kurd de
û ew kiras tu carî li welat muhteber nayê dîtin. Bingehên ku civaka
Kurd li ser hatîye avakirin, na şibe tu miletek din. Ew Kesên
rastîya civaka xwe nizanibin an jî nexwazin fêm bikin, wê wek
dewletên heremê bin.
Nêrîn: Divê reçeta
miletê kurd ne wekî ya dewletên heremê be
Býra merheba.
Mýn beré ji jý tere mailek
þandibu. Ez lý stenbol dýxwinýme. û nýha azmunén mýn yén dawiya
salé hene. Ez hýneki acz bum û mýn got ez býnérým ka lý interneté
çý hey. Wekî herdem mýn lý serhed.net é ji méza kýr. Wele býra
dema mýna ku ez þiroveyan býnivisým pýr kéme. Lé belé ku mýn
nývisa te xwend, ewqas li xweþiya mýn hat ku mýgot ez è býnývisým
jý te re. Keko wele ù býle kurd %90i xwe wek te goti ye
dìhesibinin. Yani azadiyeke dýji islamé ne azadi ye. çýku lý
týrkiyé ne tené nasnama me her weha lý ola me ji zýlm dýbé .Ez
çýqas mýsýlmantiya týrkan neecýbiným ji týrkén mýsýlman ji zýlm
ditýn. pýrani ji zýlm kurda dit. çýku kurdèn bý rejimé re ne, dý
aþtiyé de bun. Bý her ali ve týþteki dýji kurdan hatýbu avakýrýn ù
80 salýn ji dýajo.
Ez býxwe pýr caran dýbéjým,
wexti me kurdan dewlet ava ký, ku dewlet dýji islamé be wele ez
naxwazým. Eme bý dewleté re weki týrkén rast,mýsýlman u kemalizmé
býbýn, ev týþta xweþé mýn naçe.Te ji diyar kýriye ku em u gelén
dunì ne wek hevýn, nexweþiyén wan u én me ji ne wek hevýn.Yani
dermané qanséré lý nexwaþiya zerýké(hepatit-sarýlýk) nabe.Lé sed
cari heyf ku tevgera kurda ya heri xurt lý diji islamé tevdigere.
Ez vé haviné çubume welét(rýha=urfa) ez u bavé xwe mýjul dýbun,jý
mýn re got "kuré mýn ger ku apoci ne dýji islamé buna eze teve va
rihén xwe yén sýpi býçuma çiyé,mýné þer býkýra." Rewþa kurdan ù ya
tevgerén ku dýbéjýn em péþengén kurda ne pýr lý hev nayé. Ew lý
ewropa maþela xwe dýkýne sosyalist-laik-modern nýzaným hwd. Hema
kurd mýsýlmanýn u kurýn mýsýlmananýn ù bý tu awayi ji tevgereke
dýji van napejýrinýn.
(Býra ez yek caran
þirove-fýkr-ramanén xwe býnývisým, tu yé býweþini? jý ber ku ez
dýwazýme býnývisýme, lé baweriya mýn pýr lý mýn týne. Bersýva te
dýpéme. Bý xwatýré te.