Divê miletê Kurd neyê lîstika dewleta Tirk

24/3 2005- Dewleta Tirk nikare tehemula pêşveçûyîna pirsa Kurd bike, ji ber vê yekêye dixwaze hinek tiştên bîlesibe peydabike û destketîyên miletê Kurd dibin sîya wan de bihêle. Dewlet dixwze bi hesasîyetên miletê Tirk bilîze û bi vî awayê jî dixweza miletê Kurdan bîne lîstikê ku miletê Kurd bikişîne nava şerê navxweyî û şerê Kurd û tirkan dest pêbike. Dewleta Tirk ji bona pêşî li  pirsa Kurd bigire, hemî rê ceriband, lê bi serneket. Vêca dixwaze şerê navxweyî derbixîne û bi vî awayî rê li pêşîya pirsa Kurd bigire.

Çewa nivîskarê rojnama MIlliyetê Hesen Cemal di nivisa xwe ya iro de dibêje; roja yekşemê buyera Mêrsinê çêbû, li ji tu kesekî deng derneket hetanî serokerkanê  Tirk Hilmi Ozkuk rawêj nîşanda, hê ji nûve Tirkiye bû newala wayweylê û herkes xwedî li ala Tirk derketin.

 Dewleta Tirk timî xwestîye ku li tirkîyê şerê Kurd û Tirkan çêbe û ji bona bingeha vî şerî jî ya ji destê dewleta Tirk hatîye texsîr nekirîye û nimûneyên vê helwesta dewleta Tirk di salên 1970ê û hetanî 1985an li ber çavane.  Dewleta Tirk tim milet berdaye hevdû û ji xwe re dûr sekinîye û temaşeyê şerê wan kirîya eger carna pêwîst bidîta mudaxele dikir.

Di salên 1960an de dewleta Tirk li defa hewarê xist ku li Selanîkê bombe avêtina mala Mistefa Kemal Ataturk û miletê Tirk berdan ser miletê Yunan û bi hezar kes hatin kuştin û bi hezaran xani, dikan û cîyên kar yên Yunanîyan hatin wêrankirin. Paşê derket ku dewletê bixwe bombe avêtîye xanîyê Ataturk.

Dewleta Tirk li himberî pêşveçûyîna pirsa Kurd xwe bê desthiladar dibîne û di xweza bi çi awayê dibe bile be û bihayê vîya ciqas mezin dibe bila be, divê rê li pêşveçûyîna pirsa Kurd were girtin.  Dewleta Tirk şewata ala xwe kir mene û bi medya xwe ve, bi nivîskar xwe ve, bi hemî dezgehên ragihandina xwe ve ji regezperestên tirk xwestin ku dakevin kolana. Mixabin  vê helwesta dewletê bandorek mezin li miletê Tirk kir û dijminatîya miletê Kurd hê gurtir kir.

Divê miletê Kurd neyê lîstika dewletê û ne bi hisî, belkî bi mejûyê xwe tevbigerin. Ji ber kû şerekî navxweyî tenê di fêda dewleta Tirk daye û miletê Kurd zirarek mezin ji vî şerî dibîne.

Bandga me ji Kurdên li devrayê Welaet re

Divê Kurdên li dervayî welat, ew welatên ku lê dijîn, bi tûndî dewleta Tirk şermezar bikin û meş û çalakîyan li darbixîne û zulma dewleta Tirk û dujminatî wan ya li himberî miletê Kurd, bigihîna dunyayê.


 

 

 



 

 

Niviskar