|
Divê Kurd krîterên
welatparêziyê fireh bikin |
Yaşar Gülen
KSN/
821/8 2005- Em li ser
ruwê erdê endamên gelê herî mezin ê bê dewlet in. Bêguman,
her kesekî Kurd di dilê xwe de valahiya evîna welêt hiştiye. Her kesekî Kurd
bi êş bêriya serxwebûnê dike.
Kurdê
li meyxanê serxweş bûye, bi serê xweş bîranînên Bekaa dibilîne. Êşkence û
çîlekêşiya xwe. Gundiyê
li gundê xwe paleyê dike tîne zimên hisreta azadiyê. Bajariyê li bajêr dijî
xeyal dike rojekê li bajarê xwe nivîsa “bexteware yê ku dibê ez Tirk im!”
nebîne. Zanîngehî xeyal dike rojekê di akademiyê de bi Kurdî dersê bibîne.
Dersên profesorên Kurd guhdarî bike. Parêzer xeyal dike li gor makzagona
Kurd, di dadgehê de berketiyên xwe bi Kurdî biparêze. Doktor xeyal dike
nexweşê xwe bi Kurdî tedawî bike. Mamoste xeyal dike şagirtên xwe bi
alfabeya Kurdî fêrî zimanê zikmakî bike. Şagirt xeyal dike her roj bi marşa
Ey Reqîb dest bi dibistanê bike. Polîs
xeyal dike li emniyetê sûcdaran bi Kurdî darizîne. Parsek xeyal dike bi
Kurdî parsekiyê bike. Stranbêj xeyal dike di welatê xwe de bi zimanê xwe
bistrê. Nivîskar xeyal dike bi zimanê xwe binivîse. Mele xeyal dike bi
zimanê xwe waazan bide civata xwe. Feqe xeyal dike di medresa xwe de bi
Kurdî ilmê Quranê hîn bibe.
Her
Kurdek li gora xwe ji xwe re evînek Kurdayetiyê girtiye. Her Kurdekî di
aliyekî dilê xwe de ji Kurdistanê re cîh hiştiye. Başe siyasetmedarên Kurd
çiqasî di ferqa vê de ne?
Li gor min qet ne di vê ferqê
de ne.
Carekê li rêbaza Partiyên me binerin, ez pêşniyazî we dikim. Konsepta
siyasiya Kurd di ber çav re derbas kin. Hûnê bibînin ku tu rêxistinek me ku
karibe hemû Kurdan, bi wekhevî, di nav manîfestoyek netewî de bicivîne,
tuneye. Heger
em azadiyê dixwazin, berî her tiştî divê em bihêlin ku hemû hêlên civakê bi
xeyalên xwe re bijîn.
Divê em wêneyekî çêkin ku di vî
wêneyî de ji hemû xeyalan reng hebin. Wî çaxî wê rizgariya Kurdistanê
nêzîktir bibe. Wî çaxî emê karibin bi manîfestoyekê bi hevre bin. Wî çaxî ne
karkirên me di sendîkayên Tirkan de tên hilandin, ne xwendevanên me di
komelên Tirkan de, ne karmendên me di komelên karmendan de, ne çepên me di
rêxistinên çepên Tirkan de, û ne jî dîndarên me di cemaatên Tirkan de. Ji
ber ku hemû dixebitin ku me di nava xwe de bihelînin û me ji koka me bidûr
bixin.
Hah, wî çaxî hewayek Kurdewarî
pêk tê.
Û divê em, ji bo vê serê xwe bêşînin!
Ji ber ku riya azadiyê ji vê
derbas dibe!
Dem: 21/ 8 2005. Seet: 21
|