Divê herkes lingên xwe li gorî cila bavê xwe dirêj
bike!
KSN/
26/6 2005- Ev gotineka pêşîyên
kurda ne ku dibêjin; " Divê her kesek lingên xwe li gora cila bavê xwe
dirêj bike!" Di Rojhilata Navîn de hin guherîn pêktên û kevir û hîm jî
cîyên wan tên leqandin û wê hinek deverên nû wê werin avakirin û
gelekî nev werin guhertin. Ev guherînên ku li Rojhilata Navîn pêktên,
biqasî ku li ser dikê-sahne ye ku em dibînin, belkî sê ewqas jî li paş perdeye ku em
nebînin û belkî pirên me jî tew fêm jî nekin ku tiştên herî girîng
li paş perde tên organîzekirin.
Di Rojhilata Navîn de,
bê riza û îzna Emerîka, kesekî nikare kevirek ji cîyê wî bileqîne. Ev
bûyerên ku em li ser dikê dibînin, Xweda zane, belkî berî 4-5
salan hetîye pîlankirin û îroj lîstikvanên
şanoyê
yek bi yek rola xwe digirin û derdikevin ser dikê û em jî ji wan re li
çepikan dixînin.
Ma, ji xwe eger hinekan ji me, li çepikan jî nexistana wê ji
hev bi teqin.
PDKê û YNKê ev bû 12
salên li hevdû nekiribûn, lê piştî ku
wezîra der ya Emerîka
Condoleezza Riceyê
çû serdana Îraqê û
bi serokê KDPê Mesûd Berzanî Û bi serokkomarê Îraqê Celal Telebanî re
axifî her tişt bi carekî
çareserbû.
Hûnê bêjin ka tu
çi dixwaze bêje..?
Ez dibêjim; "ew aktorê
li paş perde
çi demî bixwaze
dikara ji wan listikvanên ser dike bi guherîne û kê jî bi xwaze bixe
cîyê wan". Vêca bila her kesekî lingên xwe ji cila bavê xwe
dirêjtir neke. Divê her kasekî li gora hêza xwe karibe rola xwe bilîze û
cîyê xwe di jîyanê de bigire!
Nivîskarê Tirk yê
rojnama Millyetê Fikret Bila îroj dinivîsa xwe de, pîlanên dewleta Tirk
rêz kiribû û xalên ku li gora wan girîngin jimartibû. Fikret
Bila daxwazên dewletê waha rêzdike. Yek, divê Turkmen di anayasa Îraqê
de Netewa sêemîn wrein qebîlkirin. Dudo divê Kerkuk bi Bexdayê ve were
girêdan. Sêsê, Pîlanên Berzanî yên ku di xwaze Sincarê bike Bajar( il) û
Telehfêrê jî pêve girêde, were rawestandin. Çar, divê di hilbijartinên
ku wê di dawîya sala
2005an de tê kirin
dê yekîtîya Turkmenan
çêbe.
Dewleta Tirk hertim ji
hedê xwe zêdetir tevgerîyaye û hê jî dixwaze wusan bigere. Bîst mîolyon
Kurd li Tirkîyê hebûna wan nayên qebûlkirin û ji hemî mafên xweyên
mirovî jî bêparin. Lê ev yek li ba Tirkan tişteka
geleka normal e û ji bona sêsed
çarsed hezar
Turkmenan dikare 40 mîlyon kurdî qir bike. Pirsa Kurd ji bin destê
dewleta Tirk derketîye û ketîye destê yekê din. Divê Tirk êdî fêm bikin
ku bi tenê fêda wan di dostanîya Kurdan de heye û dujminatîya
Kurdan ji bona dewlete Tirk, jehr e.
Pîlanên Emerîka yên
dirêj li Rojhilata navîn hene û Emerîka ji bona
çav û birûyên Kurdan yên
reş
nehatin Rojhilata navîn. Lê me Kurdan di roja îro de ji hatina
Emerîka fêde dîtîye û rojên pêş me de em ê bijîn û bibînin ka wê
çi bi qewumin.
|