**Menûya Kurdî**
 

 

 

Divê Alimên Kurd ilmê xwe birijînin ser kaxizê û dakevin qada  medyayê

KSN/ 8/6 2005- Kêm kes henin ku  wekî Alimên Kurda, xwedî bingehek dewlemand û ilimdar bin. Dema Alimên Kurda bi tevê ilmên xwe yên ku ji Medresên kurdî girtine, dadikevin qada medyayê û zanînên  xwe dirêjînin ser kaxizê,  xeml û rişmên bêhempa pêşkêşî mirovatîyê dikin. Minak pirin, wekî " Xewsê Gêlanî, Şahê Neqşîbend, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî û Seîdê Kurdî ( Nursî).

Di `esra me ya îro de jî, yên wekî Cigerxwîn û M. Emîn Bozaslan ku ji  Medresên  Kurdî hatine gîhandinê, bi her awayî realîta miletê kurd û Alimên Kurdan radixîne berçava. Lê mixabin kêm kes ji Alimên kurda dadikevin qada medyayê û teknîk û internetê bikartînin.

Piranîya Alimên Kurda hê qilifên xwe yên kilasîk ne guherîne û ilmê xwe di mejû û dilê xwe de dihêle û bi xwe re dibe  gorê. Divê em li xwe mukur werin ku kultura nivîsin û bikaranîna medyayê, li ba Alimên Kurd gelekî kêm in.

Roja îro komînakasyona herî bihêz dinava mirovan de, televîzyon, rojname, pirtûk û înternet e. Lê mixabin îroj piranîya Alimên Kurd, ji binî de haya wan di vî warî de tuneye. Mirov dikare gelekî sedeman bijmêre. Dewletên dagirker bi her awayî  bandora xwe ya neyênî li ser miletê kurd kirîye, lê em nikarin bêjin ku Alimên karda jî  bêguneh ne.

Divê Alimên kurda ji qilifê xwe yê qilasîk derkevin û kultura xwe ya nivîsînê pêş bixînin. Ji bona ku  xwe bigîhîne armanca ku ji wan tê xwestin, divê wasiteyên nujen bikar bînin û ji teknîkê xwe mehrûm nehêlin.

Îroj di dunyayê de êdî rola şexsan nemaye, divê karên  kolektîf werin kirin.  Ji her babet û mijarek re gurûbên pispor û kesên di wî warî de zana ne, kar dikin ku karibin karekî serkeftî û berhemdar pêşkêşî civakê bikin. Bi qasî karê Alimên Kurda hene, yê tu kesî tune. Di warê dînî de berhemên nivîskî yên bi kurdî gelekî kêm in û divê bersîva hewcedarîyên milet were dayîn. Ev êrkekî Alimên kurd e û hetanî niha nehatîye bicîh anîn û divê Alimên kurda êrkê xwe bicîh bîne.

Divê haya Alimên Kurda  ji civaka nûjen û jîyana piralî ya roja îro hebin,   ku karibin bersîvên îlmî bidin  pirsgirêkên rojane ku diqewumin. Pêwîstî bi fikrên nûjen hene û divê li ser îştihadên ku  li gora rastîya jîyana niha were sekinîn ku karibin bersîveke ilmî li gora rastîya pirsgirêkên civakî bidin.

Alimên Kurda li gora îştihad û şîroveyên  berî 400-500 salî ku  li gora jîyana wê rojê hatîne dayîn tevdigerin, û ev yek jî dibe sedemê wê yekê ku piranîya Alimên Kurda nikirin li gora jîyan niha şîrove û analîzên îlmî bikin. Kêtêbên Fiqhê yên îroj li ba Alimên Kurdan hene, li gora jîyaneka sade ya wê rojê hetîne nivîsîn û piranîya wan îştihad û şîrovana roja îro derbas nabin û bersîva piroblemên heyî nade.

Ji ber vê yekê ye ku dema Alimên Kurda bi îştihada  ku berî 500î hatîye dayîn bersîva bûyerên roja îro bidin, bersîva wan dibe bersîveke ne îlmî û tu carî bersîva wan mirova têr nake. Divê Alimên Kurd pirr serê xwe li ser vê yekê bi êşînin.

Piranîya Alimên Kurda nikarin bi hevdû re bidin û bistînin. komînakasyonên navbera Alimên Kurd de  pir kêm e. Ruhê cema`etbûnê li ba Alimên Kurd qelse, ji ber ku her yek ji wan li gondekî an jî di Mizgeftekî de Mela bûne û tu wextî fikreka wûsan nehatîye bîra wan. Divê ev kirasê reşê ku wekî konekî reş perên xwe berdaye ser Alimên Kurda,  were dirandin.

Dilbirîn: E-Mail

Rêrîn: Divê Alimên Kurd ilmê xwe birijînin ser kaxizê û dakevin qada  medyayê

Îbrahîm Otkun, merheba kek Dilbirîn

Ji Stenbolê, 9/6 2005

Keko sýlavén germ lý te ù lý hemu xebatkarén malpera serhedé býn.

Nývisa te ya derbari Mele u Alýmém kurd de, mýn xwend. Te xweþ gotiye lé bes gelo Alýmén kurda mane an  nemane. Ev týþt ji héjayi ku mýrov lý ser býsekýne. Bavé týrka Medrese jý holé rakýrýn. Ev holé rakýrýna bu dawiya Medresén kurd. Ù bu dawiya Alýmén kurd. Wele nýha lý kurdistana baþur mýrov nýkare býbéje 5 Medrese henýn. Bý kurti Medrese nemane .Bý gýrtýna medresèn dawiya perwerdehiya kurdi ji hat. Ku bý tevayi neqediyabe ji pýr qels buye. Ù heta nýha wýlo ye. Péwiste mýrov býbéje kurd býla xwe aliyé Mýsýlmantiyé u baweriyé de péþde býbýn.Ìslama rast hin býbýn. Lý gor fetwayén rejimén dagýrker tevnegerýn. Bý xwe Ìslama rast býjin.Ù dý vé çarçoweyé de doza azadiyé býmeþinin.Wele býra ez dýkarým jý bo azadiya kurdistané gýyana xwe býdým.Bes kurdistaneke bý Ìslamé re aþtiye de. Réçýka þéx Seidè kal býla jý mere minak be.

ibrahim_otkun@mynet.com

 
 
Dem: 8/6 2005  Seet: 21   şandine: Serhed.Net        Vegere