serhed.net
  Menûya Kurdî 15/08/2005 - 13:36  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

ÎRO JI DESTÊ HUSNA

 

Îro ji destê husna hebîbê sergest û heyranim ez

Min esqû û muhbet bûn nesîb sewadê sergerdan im ez

 

Esqê gelek sewdakirin bê mal û bê mewda kirin

Nûra çira winda kirin Mûsayê Îmran im ez

 

Mûsa ji destê husna bi nûr sêrînîya xalê di hûr

Secde bire ber kohê Tûr nêzîkê remza wan im ez

 

Remza ku dê dîlber bikin carek bi çesman seyr bikin

Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê pir-kovan im ez

 

Min ah ji dest kovan û qeheran min sebir nayêt li seheran

Sûbehetê mewcên di behran qulzemê umman im ez

 

Qulzem û behrên di heftê agirê esqê ku keftê

Dê bisojit mislê niftê min dîye, pê zanim ez

 

Min dîye muhbet çi reng e sohtime doja pir-ye`ke

Min mudam dil ji biheng e bi nallîn û efxan im ez

 

Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û bilûran

Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê xosxan im ez

 

Bulbul um daîm dixwînim ez yaqîn ez te bibînim

Dîn dibim sewda dimînim serxos û sokran im ez

 

Serxos û ebter kirim te ji îlleta rengzer kirim

Te sotim û ker ker kirim tu agir î buryan im ez

 

Agir û pêta di dil da me`neyan daxan ku hilda

Ew kitib naçit du cilda hafizê medhan im ez

 

Hafizê medh û pesendan rohîya mehbûb û rindan

Bê hesab werbûn di fînda sotîyê bê can im ez

 

Soti me qet pêt û nar ne kustî me derb lê dîyar ne

Min demek sebr û qera ne nexwesê pir-jan im ez

 

Nexwesê reng lê nemayî dest li se falê nihayî

Wan digot ji çavê gihayî kûstiyê e`ynan im ez

 

Kustime her do `ûyunan yan kî yêd nisbet ji nûnan

Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan im ez

 

Girtî me insaf di mîr ne qazi û mufti ve bîr ne

Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê hicran im ez

 

Ma di benda firqa te canfidayê xidmetima te

Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im ez

 

Nobedarê qullehê xo dergevanê derqehê xo

Bîne bîr û agehê xo tûleyê asîtan im ez

 

Çavrêyê sirra li pês im meqseda ezlê fenis im

Hicreta Yûsuf dikêsim Ye?qûbê Ken`an im ez

 

Kor e bo Ye`qûb ji dînê j` perdeya daxa evînê

Ger dibê veke birînê hewceyê Lokman im ez

 

Wan digot Lokman tebîb e gote min xef `endlîb e

Sarifê derdan hebib e pê bawer û iman im ez

 

Sond dixwin sa`id û destan kevir û seylêd li bestan

Min bi xom li curhan bebestan be rahet û asan im ez

 

`Asiqa rahetya kêm eagir û pêta dilê me

Çend hezar medhên dibême muhîtê esman im ez

 

Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev pê ve bûna

Ew hemûl`medhên te bûna hêj bi wan niqsan im ez

 

Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk çibikit jibehrê

Yan du çav çibikin ji seherê bê dîtina eynan im ez

 

Sed hezar çav min divêna bayekî perdan hilîna

Xet û xal min têr didîna esqa qutî can im ez

 


 

DÎLBER

Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden letîf,
Way nazika qamet elîf,
Qamet ji reyhana xefîf,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden zuzac,
Way nazika mislî zuzac,
Qamet ji reyhana qirac,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera qamet misal,
Way nazika dilî hejar,
Te ji xandinê kirim betal,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlberê, way Dîlberê,
Firyad ji destê keserê,
Avik ji ava Kewserê,
Wêran ezim, malim xirab.

Ey Dîlbera gerden zirav,
Dêm sûseye, tijî gulav,
Ey duxtera bejna zirav,
Wêran ezim, malim xirab.

Çavan ku hiltînî bi meste,
Ew çend ya misrî bi deste,
Li kustina min te bi qeste,
Wêran ezim, malim xirab.

Tu bi qesta min dikujî,
Tu bi k'ifra di nosojî,
Gelek sotim kirim rijî,
Wêran ezim, malim xirab.

Gelek sotim, kirim ksibab,
Kirye bi min, sed reng xirab,
Ya leytenî kunrû turab,
Wêran ezim, malim xirab.

Ya leytenî kunrû ve xar,
Wey nazika min te ji dûr,
Bêhis kirim zilfê di hûr,
Wêran ezim, malim xirab.

Bêhis kirim zulfê du res,
Biskê siyah, bîhnê di xwes,
Ey duxterê, çapik bi mes,
Wêran ezim, malim xirab.

Bêk'êf kirim zilfê du res,
Biskê siyah, zilfêd qemer,
Esq û muhbeta min li ser,
Wêran ezim, malim xirab.

Sotim, birastim bê hesab,
Lê pirsî bo kirme k'ebab,
Kirye bi min sed reng ezab,
Wêran ezim, malim xirab.

Sibhan ji sahê bi tenê,
Xalik li xala gerdenê,
Ez dîn kirim berdam dinê,
Wêran ezim, malim xirab.

Esqa mezac peyda bûye,
Îro li min dijwar bûye,
Hîvî dikim heqîqiye,
Wêran ezim, malim xirab.




 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî