**Menûya Kurdî**
 

Dîkên şerûd jî êdî dibin xwedî pasaport

KSN/ 15/7 2005- Hukumeta Taylandê îroj biryar da ku ji îro û pêve, dîkên şerûd wê bibin xwedî pasaport. Rayedarên Hukumeta Taylandê ragîhand ku her kesekî  ku dîkê wan yê şer dike hebe, divê pasaport û karta tenduristî ( saglik karnesî) jê re derînin. Li gora Hukumeta Taylandê  nexweşîya reş di  nava mirîşk û teyran de heye,  ji ber vê yekê divê karta tenduristîyê ya dîkên şerker hebin ku nexweşîya wan negihên yên din.

Pasaport bi navê dîk derdikeve û wêneyê dîk û xwedîyê wî li ser pasaportê tê xistin û divê her du mehan carekî ji karta tendurustîyê nû bibe.

Li Taylandê hemberîya şerê dîkan meşhûre û şertên wan jî 24 hezar dolar e.

 

Çevkanî: El-Cizîre

 
Dem: 15/7 2005  Seet: 20  şandine: Serhed.Net        Vegere