|
Di Zargotina Kurdî de Rola Dengbêjan |
Salihê KEVIRBIRÎ:
Dema
mirov bixwaze li ser dîroka gelekî lêkolînekê çêbike beriya her tiþtî serî
li berhem û çavkaniyên nivîskî û bidevkî dide. Gava ew gel, ji aliyê
berhemên nivîskî ve qels û lawaz be, wê çaxê rola berhemên çîrokî, zargotinî
û hunerî zêde dibe. Tiþtê balkêþ ew e ku gel û welatên di bin esareta
dagirkeran de ne, par û nesîbê xwe ji vê yekê gelek giran û xedar distînin!
Her tim rastiya wan tê berevajîkirin, çanda wan tê ‘tune’kirin ew dibin
xwedî çand, huner û dîrokeke biyan û nerast.
Gelê kurd jî, ji ber ku bi sedan sal e hatiye dagirkirin û tarûmarkirin,
zimanê wê hatiye qedexekirin, terþ û talanên wê hatiye talankirin û ji ber
gelek sedemên bi vî rengî, heta îro jî ji aliyê çavkanî û berhemên xwe yên
‘nivîskî’ an bêpar in; an ku hebe jî, mixabin wekî tiliyên destan kêm in.
Lê siûda gelê
kurd ji aliyê çand, huner û zargotina bidevkî ve vekiriye û di vî warî de
rewþa wê zor çak û dewlemendiyeke bêhempa di nava xwe de dinimîne
(dihewîne). Bi rastî jî zargotin ango folklora kurdî; bi gotineke din
‘Edebiyata Kurdî ya Bidevkî’ sayanî pesindanê ye.
Helbet, ‘bingeh’
û ‘ferþ’en sereke yên ‘Edebiyata Kurdî ya Bidevkî’ Dengbêj in. Dengbêj, bêyî
mubalaxa ‘Pirtûkên Zindî’ ne. Heger em navekî ‘teknolojîk’ û serdema îro li
van ‘camêr û canik’an bikin, li gorî bilêvkirina Nivîskarê Kurd Muhsîn
Kizilkaya emê ji wan de bibêjin ‘Hard Dîsk’ên kurdan!
Bi sedan, bi
hezaran qewmîn û serpêhatinên karesatî, mêrxasî, evînî, civakî û tarîxî ku
ji sedî yekê wê bixwe jî heta niha nehatiye nivîsîn, bi saya serê van
dengbêj, goranîbêj, çîrokbêj û derwêþan bi riya ‘zargotin’ ango vegotinê
hatiye parastin û heta îro hatiye.
Pirsek heye:
Heger ne ji dengbêjiyê bûya, gelo wê þer û aþtiya bab û bapîran, kiryarên
beg, axe û þexan û ji mêrkujiyên eþîran emê bi çi rengî agahdar bibûna? Ango
ne ji çîrok û loriyên dapîrên me bûna, gelo wê me þexsiyetên mîna ‘Mîrze
Mihemed’, ‘Keçelo’, ‘Kûmreþ’, ‘Derwêþe Evdî’, ‘Gênc Xelîl’, ‘Emê Gozê’,
‘Biþarê Çeto’ û Koçero’ nas bikira an na? Îro jî dema kesek bixwaze
‘singûyên bixwîn’ û ‘sikeftên tarî’ hîn bibe, guhên xwe dide lorikên dayîkan
û awazên ‘Kawîs Axa’, ‘Karapetê Xaço’, ‘Sakiro’, ‘Reso’, Hiseyno’, ‘Zahiro’,
‘Salihê Qubînê’ û gelek dengbêjên ‘xweþawaz’ ên wekî wan.
Dengbêjî li çar
aliyên welatê me; li herêmên bi navê Serhed, Xerzan, Botan, Soran, Behdînan,
Mêrdîn û Diyarbekirê, di warê kemilandin û xemilandina çand, ziman, wêje û
hunera kurdî de tesîreke ‘baleberz’ û xurt kiriye. Bo nimûne ji ber ku ez ji
Herêma Xerzan im dixwazim bi çend vegotin û mînakan behsa tesîra dengbêjan
li vê herêmê bikim.
‘Deþta Xerzan’,
‘Qubîna Þewitî’, ‘Hezoya Kevin’, ‘Filehên Koxan’, ‘Êzîdiyên Hemdûna’,
‘Xetmeya Xopan’, ‘Çiyayê Zenga’, ‘Bîra Kurêdiya’, ‘Çemên Baþur û Xerzan’,
‘Germavên Xêsta û Bilorîs’ di kilam û lawjeyên dengbêjan de rûh dibîne. Di
‘lê lê’ û ‘lo lo’yên van ‘qiraseyên kilaman’ de ev cih û dever ji nû ve
zindî dibin! Helbet ev cih û dever, di devên van ‘qiraseyên mêran’ de
carinan bi þermî, carinan jî bi serbilindî têne bilêvkirin.
‘Sêxên Zoqeydê’,
‘Seyîdên Badayê’, ‘Begên Eyndarê û Zoqê’, ‘Çiyayiyên Motka’, û ‘Koçerên
Miradî û Kanîgewrkî’ di devê dengbêjan de bûne ‘benîþt’ û heta îro hatine.
Bi saya ‘kilam’ û gotinên van dengbêjan em dizanin ku 70 sal berê ‘qereqol’
û ‘nehiye midûrtî’ li kîjan gund û navçeyên li Xerzan heye. Her wiha dîsa em
bi xêra wan dizanin li mintiqeya ‘Biþerî’ û Reþkotan’ çend malbatên êzîdiyan
hene. Li aliyê din ‘Þerê Mîrzikê Zaza û Derwêþ Nebî’ ku di dîrokê de wekî
‘Þerê Qewalê Êzîdiyan û Sofiyê Misilmanan’ jî tê naskirin û di wê pevçûna
‘brakujî’ de ‘xwina bira’ wekî ‘gola xwînê’ diherike ango ‘xwîn laþan bi xwe
re dibe!’ jî ji dengbêjan bo me wekî ‘mîrateya wêjeyê’ maye.
Li hêla din
þexsiyet û malbatên bi nav û deng mîna; ‘Hacî Zorav’, ‘Filîtê Quto’, ‘Eliyê
Ûnis’, ‘Silêmanê Mistê’, ‘Brahîmê Mehmûd’, ‘Reîsê Derwêþ’, ‘Emînê Perîxanê’,
‘Evdilê Brahîm’, ‘Zibeyrê Ehmê’, ‘Cemîlê Çeto’; ‘Biþarê Çeto’, ‘Derwêþe
Sado’, ‘Silhedînê Hacî Reþîd’, ‘Seyîdê Mamo’, ‘Mala Dîbo’, ‘Mala Faro’,
‘Mala Þemdîn’, ‘Mala Reman’ û serên eþîrên ‘Mala Faro û Seyîdên Badayê’,
‘Serê Hethetkê’, ‘Serê Eynqesrê’ di nav berhem û gotinên dengbêj û
dengbêjiyê de ciheke girîng digirin.
Dengbêj,
goranîbêj, stranbêj, çîrokbêj, heyranokbêj! Sewtên ‘fêlbaz’, gotinbêj û
xweþawazên ‘qulingî’. Her dem bi ‘sê dengan’ gotin. ‘Tewînî’ ya wan geh
kezeb þewitandin, geh ‘dil û evîn’ an geþkirin! An li ‘dîwanxane’ û
‘seydvaniyê’ de bûn mêvanên me an jî bi awazên ‘Keremê Seyad’, ‘Aznîva
Reþîd’, ‘Kubara Xido’, ‘Lûsîka Hiseyn’ û ‘Leyla û Tîtalê Kerem’ yên bi rengê
‘Guhdarên Ezîz Vira Dengê Erîvanê ye!’ ketin mal û ‘dil’ên me! Carinan jî,
ji ‘piþkovên’ Radyoya Urmiyê û Bexdayê pêl bi pêl li nav ‘cerg û hinav’ên me
geriyan!
Ya Star! Ew çi
deng û sewtên dilþewat û diljen bûn? Kê bûn ew? Ew ên ku ‘Filîtê Quto’ bi
‘Mamê Emê Etmankî’ re didan þerkirin? Kê bûn ew ên ku berê ‘Edûlê’ didan
‘Xeta Sûrî’ ku li þopa kurmamê xwe ‘Gênc Xelîl’ digeriya? Kê bûn goyendeyên
‘Lawikê Metînî’, ‘Biþarê Çeto’, ‘Mîrzikê Zaza’, ‘Emê Gozê’, ‘Rizgan û Nûrê’,
‘Siyabend û Xecê’, ‘Meyrema Fileh û Eliyê Qolaxasî’, ‘Mem û Zîn’, ‘Xozan
Daxê’, ‘Derwêþe Evdî’, ‘Salih û Nûrê’, ‘Heso û Nazê’, ‘Bavê Fexriya’ û bi
hezaran stran û kilamên din?
Ew ‘Þeroyê Biro’
bûn, ‘Efoyê Esed’ bûn, ‘Karapetê Xaço’ bûn, ‘Aramê Dîkran’ bûn, ‘Xana Zazê’
bûn, ‘Aslika Qadir’ bûn, ‘Egîdê Cimo’ bûn, ‘Asa Evdile’ bûn. Piþtre ‘Eyþe
Þan’, ‘Meyremxan’, ‘Sakiro’, ‘Xalê Birê’, ‘Mihemed Arifê Cizrawî’, ‘Hesen
Cizrawî’ û ‘Îsa Berwarî’ gihîþtin hewara wan.
Di rastiya xwe
de ew ‘delalên ber dilên me’ bûn!
Ji yên heyî re,
saxî û silametî,
Ji yên mirî re
‘Rehma Xwedê’ dixwazim...
Dengê we her li
dinê be DENGBÊJNO..!
|