|
Di jiyanê de karê herî mezin, di
xeleka herî teng de ye…
KSN/ 20/7 2005-
Ji hêla têkilî û berpirsiyariyan, kar û
livînan gelek xelekên ku mirov pêçane hene. Xeleka herî fireh digel ku
ji mirov herî dûrtir e û têna wê kêmtir li jiyana mirov dibe, ji hemû
xelekên dinê bêtir balê dikişîne
ser xwe. Ew xelek herwisa yên jiyanê û civakê jî ne û divê ku bi her
xelekekê re yên ku bi awayekî çalak rabin hebin û ji xwe nîqaş nikare
li ser vê yekê bête kirin. Lê ya ciyê nîqaşê ye ev e ku herkes bi her
tiştî rabe û karê ku ne karê wan be bikin yê xwe.
Di nav alimên misliman de ez dikarim bêjim ku bi awayekî
herî zelal û tûnd Seydayê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî dertê û nerazîbûna xwe
bo vê yekê nîşan dide.
Ew li hember vê yekê ye ku yekî heq ji îdara zar û zêç û
malbata xwe dernakeve û bi kar û barên mîna siyasetê ku tew ne karê wî
ye rabe.
Sedama vê yekê jî ew e; yê ku bi wan xelekên dora jiyana
mirov ya herî dûr rabe û berê xwe bidê gelekê cara hay ji xeleka herî
nêzîkî xwe ku wek berpirsiyariya ji perwerdeya xwe, zar û zêçên xwe û
bicîhanîna berpirsiyarên wan yên li ser wî ji bîra dike an derfetê ji
bicîhanîna wan re nabîne.
Heke ku em dixwazin wek îdeal civakeke bi rêk û pêk û
têkûz bibînin û bînin holê divê ku em beriya her kesî ji kes an bi bi
gotineke din ji xwe dest pê bikin.
Kesayetiyên têgihiştî, zana û perwerdebûyî dê bikaribin
ronahiyê bidin der û dora xwe. Ev helwest ne tenê di warê perwerdeyê de
lê di her warê jiyanê de jî wisa ye.
Ji xeleka yekemîn dest pê dike û her ku diçe ber bi derve
de diçe. Ma zar û zêçên mirov birçî bin û li destê xelkê binihêrin tuyê
xêran bi kê bikî? Dema mirov û nêzîkên mirov belengaz bin, ma dibe ku tu
wan bihêlî û biçî bi rewşa kesin dinê dakevî? Ma heke milletê te di bin
pêyan de be û ji mafên xwe yên mirovayê bêpar be, tuyê wan bihêlî û li
ser kê bisekinî?
Cenabê Pêxember Silavên Xwedê lê bin, dema ku şîreta xêr
û qenciyan dike, berê berê dixwaze ku bi nêzîkên xwe bikin. Hinek
sehabî ji cîhada di rêya Xwedê vegerandine da ku têkevin xizmeta dayîk û
bavên xwe yên pîr û kal ê ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye.
Dema ku Emr kurê As ji Qasidê Xwedê dipirse ku; di nav
mirovan de herî bêtir ji kê hez dike wî gotiye ku ”Ji Eyşe!” bi vê
rengî heke dê hezkirinek bête pêşkêşkirin wisa xelek bi xelek ji hindir
ber bi derve de belav dibe.
Dîsa gotineke Seyda heye dibêje ”yê ku nefsa xwe îslah
neke, nikare tu kêsê dinê îslah bike!” Belê divê pêşiyê mirov bi xwe li
ser rêya rast be ku banga mirov ya ji bo hatina ser rêya rast bandora
xwe li ser kesên ku mirov bang li wan dike bike. Bavekî ku li pêş çavê
zarokên xwe bike kuşîna kişandina çixarê nikare rê li ber vexwarina
zarokên xwe ya çixarê bigre.
Di rojên îniya de li ser mînberê dema ku mele berê xwe
didin civata ku hatine nimêja îniyê û dibêjin ”îttequllahe we etîuhû- ji
Xwedê bitirsin û guhdariya (fermanên) wî bikin” gelekê cara pirçûnek
canê mirov nagre û dil ji tirsa Xwedê nalerize… bi sedem ku gelekê cara
xwediyê wê bangê bi xwe ew şîreta hanê guhdarî nekiriye…
Belê wek kes heke ku em li jiyana xwe binihêrin em dê bi
hezaran kêmaniyan bibînîn. Bi dehan dûpişkên ku li ser bedena me belav
bûne û tim dikarin bi me vedin hene.
Û ji van nuqteyana hemûyan jî girîngtir, geleka ji me û
gelekê cara sedema hatina me ya jiyanê, armanca afirandina me û gelo
daxwazên yê ku em û hemû cîhan afirandiye ji me çiye? Ciyê me li cîhanê
çiye?
Li gorî min heke mirov hêj nizane bê ka ew çiye? Ji bo çi
hatiye dinê? Xwediyê wî kî ye? Heke ku Xwedê wî afirandiye çi jê dixwaze?
Hema bila navê mirovan li xwe neke çêtir e.
Bila qet rojekê nebêje ez bi pê rastiyê ketime û li wê
dikolim. Bi hezaran cara mixabin ku gelekê mirovan ji van pirsan dûr
jiyana xwe diborînin. Naxwazin li ser rastiya mirina ku rev jê nîne
rawestin.
Na tenê dixwazin tama roja heyî derxînin…
Wek ku Seydayê Bediuzzeman dibêje; li serê herkesî
bobelateke wisa vebûye heke bi qansî Îngilîz û Emerîka serweta wan
hebûna dê ji bo rizgarbûna ji wê bê dudilî bidana. Û dîsa derfeta
bidestxistin a tiştekî wisa giranbiha ji mirov re heye heke hemû serweta
dinê yê wî bûna dê bê çavgirtin ji bo bidestxistina wê bidana.
Ma heke ku perde rabe û rastî derkeve ber çavan kîyê ji
bo rizgarbûna ji Cehennemê û ketina Cennetê vê yekê neke?
Bi hêviya ku em berê xwe bidin xwe û heke ku em
bawermendin, pêdiviyên meqamê Xelîfetiya vê dinê a li ser navê Xwedê
çiye wê bicîh bînin û ji Xwedayê Teala di serkeftina wê de alîkariyê
bixwazin…
20.07.2005
Mucteba Baravî
mkurmanci@hotmail.com
|