Bîr û bawerîyên Îslamî
yên îroj li Rojhilata Navîn hene, bîr û bawerîyên mîrasî û kilasîk
in. Gelekî bîr û bawerî û şîrovên ji alîyê Aliman ve hatine kirin, bêyî
ku em li ser bikolin hemû rast hatine qebûlkirin. Êdî ne pêwîste ku
derbarî wan nêrînan de kesek lêkolîn bike û terefê erênî û yê neyinî li
gora roja îro raxîne ber çava. Li gora vê gurûbê, Fiqha Îslamê heye û
Mezheb dîyarin û îştihad jî hatîye kirin, êdî pêwîstîya bi şirove û
îştihadên nû tune.
Dema mirov tiştek ji Alimên niha
pirs bike, diçin bala xwe didin reya Mezheban ka kîjan Mazhebî di vî
warî de çi gotîye. Lê ew bi xwe ji dizane ku ew şirove û îştihadên ku
Mezheban kirine, hezar sal berîya niha hatîye kirin û şert ê mercên
niha û yên wê demê jî wek erd û asman ji hev dûrin. Ev kesên xwedîyê vê
mentalîte ne, ne bixwe pêşve diçin û ne jî dihêlin Meslimanên din
pêşve biçin û dibin sebebê paşve mayîna Muslimanan.
Kesên
ku nûjen
difikirn dibêjin; divê Îslam li gore şert û mercên vê demê were
şîrovekirin û Îştihad û fetwayên li gora pirsgirêkên rojane
û li gora rewşa aborî, civakî û sîyasî werin dayîn. Derê
Îştihadê nehatîye girtin û Qur`ana pîroz her demî û li gora her bûyerî
tê şîrovekirin. Bûyerek ku berî 500 salî qewumîye û Aliman bi gorî wê
demê fetwa daye û Îştihad kirîye, divê ew li gora wê demê were dîtin. Lê
ew fetwa li gora 500 sal berê hatîye dayîn, dibe ku ne li gora şert û
mercên Îro be û dibe kû ew fetwa li gora îro xelet be jî.
Ji bilî Qur`ana pîroz û sunetên Pêxember silavên
Xweda li ser be, wekî din her bîr û bawer tên girtin û avêtin. Bîr û
reya Mezheban ne hukmekî mutleq e ku her kesî girê bide ku divê herkes
li gora wan Îştihadana bijîn. Dibe ku gelek jî reya Mezheban ne li gora
dema me be. Dema mirovek bêje, ez vê Îştihada ku filan Alimî kirî
yan jî ya filan Mezhebî qebûl nakim, gunekar nabe û nabe kafir.
Mesela, Xwedê Te`ala bi tenê dikare hîmê `Eqîdê dayne. `Eqîde li ser
hîmên ku li ser nayên munaqişekirn hatîye avakirin. Di dunê de bi tenê
li ser ayetên Qur`ana pîroz nayên Munaqişekirin. Xwedê Te´ala di Qur`ana
Pîroz de waha dibêje;
" Aha, bi vî awayî me bi emrê xwe ruh (Quran)
ji te re şand. Te, ( Ya muhemed) pirtûk çiye Îman çîye nizanîbû."
şûra ayet/52
Çewa ev ayeta pîroz jî ji me re zelal
dike ku Pêxember tiştekî derbarî `Eqîdê de nizanîbûye. Lê bi hatina
Qur`anê, Pêxember yek biyek hîmê şerîet û tayîbetîyên Îmanê ji Quranê
fêrbû. Bi vî awayî ew tiştên derbarê Îmanê de henin, ji bilî Qur`ana
pîroz, nabin bingeh ji bona Îman û `Eqîdê.
Bê guman
her kesek di vir de hemfikirin ku Mezheban dînek nû çênekirine.
Mezheban derbarî hin tiştên ku derbarî wî de Ayetek Qur`anê an jî
Hedîseka Pêxember ya sehîh teneba, Îştihad dikirin. Lê dibe ku di
Îştihada xwe de îsabet kiribin û di be ku xeletî jî kiribin.
Dema mirov li Qur`ana pîroz û li Fiqha ku îro li ba
me heye binêre, ferqa di navbera wan de dibîne. Di mesela murted
de, di mesela recmê de, di mesla qederê de û di mesela nasix û mensux de
û hwd..
Dema em di her meselê de bi tayîbetî di
pirsa hiqûqî û `Eqîdê de bizivirin ser Qur´anê û çevkanîyên
yekemîn Qur`an û yê duemîn jî sunetê Pêxember yê ku ne muxalifê hukmê
Qur`anê be, wê çareserkirina pirsgirêkan hêsantir be û yekîtîyek di nava
Muslimana de çêbe.
Divê em mentalîta xwe li gora emr û ferman
Qur`ana pîroz pêşve bibin. Qur`ana pîroz bersîva her tiştî dide û hertim
mejûyê mirova nûjen dike. Xwedê Te`ala di Qyurana Pîroz de waha dibêje;
" Me ev pirtûk ji bona zelalkirina her tiştî, ji te ( ya Muemed)
re daxist". Sûrê Nehil ayet/ 89
" Me
tu kêmasîyekî di Pirtûk ( Qur`an)ê de ne hîştî". Sûrê Enam
ayet 38
Divê em mentalîta xwe li gor Qur`ana pîroz
biguherîne, ne li gora Îştihad û şîroveyên ku berîya 1000 salî hatine
kirin.
Dilbirîn