|
|
Di encama êrişên
hêzên dewleta Îranê de 20 Kurd hatine kuştin
KSN/ 6/8 2005- Di van sê hefteyên dawî de
li rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşên hêzên dewleta Îranê ya li ser
Kurdan, 20 kurd hatin kuştin û ji 300 kesî
zêdetir jî birîndarbûne. Roja
Çarşembê
li bajarê Saqizê, hêzên dewleta Îranê êrişî xwepêşandanan kir û di
encama êrşan de 13 kes hatin kuştin û gelekî binahî û sazîyên dewletê ji
alîyê xwepêşandana ve hatîya wêrankirin. Tê ragihandin ku delweta Îranê
ji bona ku karibe Kurdistanê kontirol bike, bi 10
hezeran esker û elîkopter anîne Kurdistanê.
Di 9
meha Tirmehê de hêzê Îranê xortekî Kurd kuştibû
û avêtibû di panzerê û li nava bajêr gerandibû. Li ser vê yekê li
bajarên Seqiz, Sinê, Mehabad, Serdeşt, Pîranşehîr, Merîwan, Şîno, Baneh,
Dîvan û Darê pevçûn di nava kurd û hêzên Îranê de derdikeve.
|